Gerek Kurd pişgiriya vê prosesê bikin
Roja hukumeta Tirkiye bi navê vekirina demokratik li gora xwe, prosesa çareseriya pirsa Kurd destpê kirî heta niha piralî li ser vê yekê gengeşe tê kirin. Bê goman di derbarê prosesek evkas girîng de dive herkes bi hemi awayî dîtinên xwe bêjin û li ser çareseriya pirsa Kurd çaresriyê çewe dibîne bêje. Minaqeşekirina pirsgirêkan her demî baş e û çêtir pêşîya mirov vedike. Bi kurtahî piraniya kurdên Bakûr bi awayekî li ser vê mêjarê dîtinên hev dizanin. Lê dema mirov berfirehî li rewşa heyî dinêre gelek caran ditinên me li gora helwesta Hukumetê tê guhertin. Pêvajo gelek zîz e, dema hêviyek mirov re çêdibe gotinek yan jî bûyerek ku bi xirabî tesîrê li vê pêvajoyê bike hêviyê mirov dişkin ev tiştek gelek tabiî ye. Lê dema mirov çerçovek berfireh re li vê pirsê dinêre, li gora hîvîyên mirov ji vê pêvajoyê heyîn bûyer bandore xwe li dîtinên mirov dike.
Gelek partiyên Kurdan hene ku ji bo çareseriya pirsa Kurd xwedî bernamene û dîtinên wan di bernameyên wan de zelalin. Gelek vekirî ev pêvajoya hukumetê destpêkirî encamekî li gora bernameyê tu partiyek siyasî dernayêxe hole. Yanî ev proses li gora daxwaziyên Kurdan yên nihayî nagihe tu encamekî. Lê nayê wê mane ku ne pevajoyek erêniye. Ev pêvajoyek erêniye, berjewendiyên tevgera Kurd di vê prosesê de gelekin. Di baweriya min de li vê derê pirsek bingehin derdikeve hole. Eger di encama vê projeyê de teqîna çekan bisekine, warek bi aram peyda bibe dê gelek ji berjewendiyên me de bin. Gelo ji xwe armanca vê prosesa Hukumetê destpêkirî bi serê xwe ne hewldana sekinadina şer bi xwe ye? Herweha ji bo ev şer bisekinê dixweyê hinek gav ji hukumetê hatine xwestin û îro hukumet dixwaze van gavan bavêje. Di rastiya xwe de, sekinandina şer, ji bo Kurdan baştire. Ji ber ku di dema vê konaxê de em armaca şerê heyî nebînin çiye? û ev şer ji feydê gelektir zererê bide Kurda, ji bo çi emê di berdewambûna vî şerî de bi israr bin. Ev şer di vê konaxê de bûye zemînek ji bo gelek kes bi awayekî li ser xwe xwedî dikin. Bûye deriyê ku beşek insan yan jî kutleyek xwe pê dertêxin pêş û kesayeta xwe di vî şerî de dibînin, bi vê jî bandora xwe li civatê dikin. Ev ji bo beşek ji Tirkan û gelek dezgehên dewletê jî bi vî awayî ye.
Dema şer tunebê, dê Kurd çêtir bikaribin pêşîya xwe bibînin, eger em pirsa şer ne bi hissî bigrin, şer ji bo Kurdan zerere û herweha armancên vî şerî windane û ev şer dibe sedemê tehdîtekî li ser Kurdistana Başûr jî. Gelek caran mirov difikire, gelo ev şer bisekine, dê ev kiyameta leşkerên Tirkan li Kurdistanê çi bikin? Gelo dê li himberê leşkeran hukumet ne hişktir be û rihetir xwedî helwest be? Gelo wê mekanizma leşkeran ya xwe parastinê di nav xelkê de û li himber dezgehên sivîl ne aloztir bibe?
Her carê em di tesbîtên xwe de dibêjin heta pirsa Kurd newê çareserkirin bi tu awayî demokrasî nayê Tirkiye û Tirkiye nakeve di nav Yekitiya Ewropa û pêş ve nakeve. Lê dixweyê di vê konaxê de pirsa leşkeran ketiye di dewsa pirsa Kurd de. Heta pirsa leşkeran li Tirkiye newê çareserkirin pirsa Kurd jî bi tu awayî naye çareserkirin û tu demokrasî jî naye Tirkiye û dê Tirkiye her tim mehkumê leşkeran û Tirkên Spî be. Bê goman dema Tirkên Spî pala xwe bidin leşkeran û desthilatdariya xwe ya civakî berdewam bikin pêwîste ku di nav Kurdan de jî grubek wek xwe peyda bikin. Ji xwe Kurdên Spî jî peyda nebûne? Ev herdu gurub tu caran naxwazin tu pirs çareser bibin û şer bi tu awayî xilas bibe. Dema şer xilas bibe dê ev beşê insana di civakê de bibin wek masûyên ji avê derketî.
Ji bo vê yekê gerek pişgiriya vê prosesa Hukumetê destpê kirî bête kirin û da ku ew zemînê diyalog, aşitî û demokratik pêkwere. Da ku Kurd bi awayê dixwazin ji bo mafên xwe yên rewa xebatê bikin û xebata Kurdan jî cîhana pêşketî re bigunce. Dê ev yek bihêle ku Kurd wek civat pêşbikevin û konax bi konax bigihin mafên xwe yên netewî.
Pişgiriya vê Prosesê di berjewendiya Kurdan de ye. Bila tevgera Kurd tu caran ji daxwaziyên xwe yên netewî tavîza nedê û tişta ku armancên wan yên nîhayî de heyî bila heta dawiyê bêne parastin. Ji ber ku ev proses dikare rê li pêşiya xebatek baştir veke.
16.09.2009
Dara Bilek