Ziman û netewe
Di derbarê danasîna netewayetiyê de, E.Gîlner dibêje ko ”netewayetî di bingeha xwe de prinsîpekî siyasî ye, li ser pêwistiya lihevhatina yekîtiya siyasî û yekîtiya netewî, ava dibe“.
Netewe jî, li gor pîvanên sêkularîst-kultûrî, girûpek ji mirovên ko xwedî zimanekî hevbeş in, herweha hevpar in di tradisyonên kultûrî de (devikî yan nivîskî), ko wan dide nasîn û rê dide wan ko yekîtiyeke siyasî serbixwe pêk bînin.
Lê di dîrokê de kêm caran mirov lihevrasthatina di navbera girûpên zimanî netewî de û yekîtiyên siyasî de, dibîne. Yanî bi gotineke din, pirê caran yekîneyên siyasî (dewlet yan jî çi dibe), di nava xwe de gelek ntewe civandine..
Herhal dîrok du astan ji rêxistinên siyasî (bi wateya îdara siyasî) nîşanî me dide:
–Herêmî.
–Impratorî.
Rêxistina siyasî herêmî li ser bingihê êl, ol, gund yan bajaran ava dibû, lê di asta Impratorî de, rêxistina siyasî pirê caran, di riya hêzekî leşkerî navendî pêk dihat û vê hêzê guh ne dida îş û karên hundirîn û di şûna wê de karê derve ji bo misewgerkirina diravî pêwîst didît, û ev yek ji bo berdewamiya impratoriyê bû. Van impratoriyan bi tu awayaî sînorên xwe li ser bingehê ziman çê nekirin, bi ser ko hinan ji wan xurtbûna xwe di girêdanên ziman û kultûr de didîtin (bi taybetî di nava êlîta desthilatdar de), weke impratoriya Farisî, Yewnanî û Romanî. Yan jî di girêdana olî de didîtin weke impratoriya Islamî û Bîzentî. Û ev yekîneyên siyasî (dewlet, impratorî…hwd), yan ji grûpên zimanî piçûktir bûn yan jî ji wan mezintir bûn û kêm caran weke hev bûn..
Di demên nû de jî, û paş bihêzbûna netewayetiya kultûrî , texlîtên cawaz ji dewlet/ziman re hene:
-Yek dewlet / Yek ziman :Weke Îtalya.
-Yek ziman / Pir dewlet : Weke (Inglîzî), Emêrka, Îngêltra, Australiya…..(Elmanî), Elmanya û Austurya (Nêmsa)…..(Ispanî), Çîlî, Meksîk, Silvador….. (Erebî), Sûrya, Cezayir, Iraq…..
-Pir ziman / Yek dewlet : Weke Keneda, Swîsra, Hind…….
Bi kurtayî mirov kare bêje ko formûla (yek dewlet/ yek ziman) biserketî bû, bi taybetî li Ewrûpa, lê belê ne formûla bi tenê bû, ne jî bingeh bû ji bo danîna sînorên dewleta netewî.
Netewayetî wekû rûdan
Bê goman e ko rûdana (fînomînen) netewî kultûrî (ziman), hêzekî xurt û aktîv bû di siyaseta hemdem û nûjen de, ji ber vê jî siyasetmedaran û sosyologan pêwistiyeke taybet dane vê rûdanê û nerînên cuda û cawaz pêşkêş kirin û xwestin ko sedemên wê û encamên wê û akama wê nas bikin, loma êkolên cuda peyda bûn ji bo têgihiştina rûdana (fînomîna) netewayetiyê, ji wan:
– Piştî serketina şoreşa Fransî û rûxandina qiraliyê, desthilatdarî bi navê gel hate birêvebirin. Gel jî berê di wextê qiraliyê de weke berdestiyê qiral dihate nasîn (milet weke keriyê pêz ji xwe re milk didît), loma piştî şoreşê pêwîstî bi danasîneke nû ji gel/netewe re çêbû, û pêwîst bû ko gel weke yek gewdeyî û homogon bête nasîn. Ji bo vê yekê zimanê Fransî weke faktorê yekbûna gel û netewa Fransî hate pejirandin, û bû ko çi mirovê bi zimanê Fransî taxive mafê wî hemwelatiya Fransî wergire û sînorên dewletê jî li ser vê bingehê hate nîşankirin.
Ev yek li gelek herêmên Ewrûpa pêk hat û şoreşên wan jî li ser bingeha ramanê netewî/zimanî yê şoreşa Fransî ava bûn. Ev raman di sedsala 20 an de, li cîhana siyem jî serdest bû, gava ko welatparêzên herêmî dixwestin ji kolonyalîzmê rizgar bibin. Wan jî ji bo vê yekê mafê gel/netewe li ser bingeha Kultûr/ziman ava kir û xwestinên xweyî netewî bi vî rengî rewa kirin û di wê çarçevê de xebitîn.
Bi vî awayî pirsa pêşketina ramanê netewî bi pirsa pêşketina dêmokrasiyê ve hate girêdan.
-Xêzeke din î ramanî , netewayetiyê û prosêsa nûjeniyê bi hev ve girêdide , û dibîne ko pêşketina di warê ragihandin û çapê û xwendin û komînîkasiyonê de, têkiliyên malbatî, gundîtî û herêmî rûxandine û di şûna wan de hestên girêdana bi civateke ferehtir û mezintir xurt kirine. Bi gotineke din hestên netewî şûna hestên din girtine.
Xudanê vê baweriyê dîsa dibînin ko xwendina di bin desthilatdariya dewletê de (yek navend), û pêşketina çapkirinê hişt ko yek zimanê netewî xurt bibe li ser hisabê zarav/yan zimanên herêmî yên din. Bi vî rengî kultûr û ziman di prosêsa nûjeniyê de roleke siyasî leyistine û netewayetî bi nûjeniyê ve hate girêdan.
-Di prosêsa nûjeniyê de, bê goman di nav êlîtên kevin, yên li ser bingeha ramanên kevin û ol û tradîsiyonan radiwestin, û êlîtên nû ko hêza xwe ji ramanên nûjen digirin, şer û nakokî derdikevine holê. Ev hêzê nû ji bo ko karibe zora yê kevin bibe, propoganda ji îdyolociyeke nû re dike . Ev îdyolociya nû li ser bingehê netewayetî û sêkularîzmê (layiklik-ilmaniyet), radiweste, û alîkariya hêzên nû dike ji bo bê çek kirina hêzên kevin û rakirina wan ji meydanê. Bi vî rengî têkilî di navbera netewayetiyê û sêkularîzmê de li ser bingih û pêwîstiya afrandina xwestinên sîkolocî û sîmbolên nû ji gel re, ava dibe. Ji bo avakirina avahiya nû (dewleta netewî), li ser bingehên nû yên civakî, kultûrî û siyasî, dûrxistina ol ji siyasetê pêwîst e..
Kurd û netewayetî
Netewayetî rex Kurdan, weke miletên din yên herêmê, nû ye û ramanên netewî jî ji derve hatine. Hestên netewî li cem Kurdan di destpêka sedsala 19 an de peyda bûn, piştî rêformên sultanê Osmanlî (Mehmûdê Diwem), di warê îdarî û rêxistinî de, ji bo xurtkirina navendiya(merkeziyet) impratoriya Osmanlî di (1826)an.
Kirin û armancên sultan bi van rêforman, mîrneşîniyên Kurdî kirine metirsiyê de, û weke xeterekê li ser serxwebûna xweyî (nisbî) û li ser berjewendiyên xwe nirxandin, û dîtin ko ev rêformên han dê wan bê hêz bike û desthilatdariya wan li herêmên wan lawaz bike. Ji ber vê jî dîrok nîşanî me dide ko di vê demê de mîrekên Kurdan dest bi berxwedanê dikin, ( Baban 1812 û 1840, Soran 1826-1832, Badînan 1842, Botan 1848 û 1853-1864, Bedlîs 1849…..).
Lê mixabin mîrneşînî li Kurdistanê nema û serhildan û berxwedanên wan têk çûn.
Vî tiştî valahiyeke siyasî-civakî li Kurdistanê peyda kir, loma di şûna mîrekan de şêxên Kurdan berpirsiyariya netewî û civakî dane ser milên xwe. Edî şêxneşînî xuya dikin weke şêxên Şemzînan ko herêmên di bin destê mîrên Botan, Badînan, Hekarî û Erdelan kirine bin desthilatdariya xwe de, û şêxên Berzencî ko şûnwarê mîrên Baban kirne bin destê xwe û şêxên Barzan ko hinek ji mîrneşîniyên Badînan û Hekarî kirne bin destê xwe ….û hwd..Wan jî serhildan û berxwedana netewî domandin, (Şemzînan 1878-1883, Barzan 1914 û 1932, Berzencî 1919-1932, Pîran 1925, Seyid Riza 1937. Mixabin ew jî têk çûn.
Di piraniya xwestinên serhildan û berxwedanên Kurdan de pirsa ziman xuya dike. Herweha balkêş e ko şêx Ubeydulahê Nehrî faktorê ziman bingehîn dibîne di yekbûna netewa Kurd de. Di vî warî de (Thompson) wezîrê mifewid yê Birîtanî li Tehranê , dibêje ko şêx U.Nehrî sê sedem ji yekîtiya Kurdan re û xwestina wanî dewletê dibîne, yek ji wan: „ Lihevhatina (mutabeqeta) nijadî û kultûrî û ziman ya kurdan, û ev in xisletên ko ew neteweyekî cuda dikin“.
Ev tişt pîvanên şoreşa Fransî tînine bîra mirov. Yanî şêx zimanê Kurdî weke faktorekî sereke di danasîna miletê Kurd de, dinirxand û ziman weke nasnameyekê didît.
Herweha ev yek di programê rêxistina yekem di dîroka kurdan de jî xuya dike. (Kurd Teeawin ve Tereqî Cemiyetî), ko di 1908an de li Stanbolê hate damezrandin, di xwestinên xwe de dibêje: „ Vekirina dibistanan di herêmên Kurdan de û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî di van herêman de û vekirina zanîngehekê li Kurdistanê û weşandina kovar û rojnamên siyasî bi zimanê Kurdî…..“.
Bi gelemperî, Kurdan jî weke miletên din , ziman faktorekî giring dîtin di prosêsa netewebûnê de û di danasîna netewayetiyê de. Lê mixabin, prosêsa netewebûnê li Kurdistanê rastî zoriyên pir gewre bû. Welatê Kurdan hate parçekirin û Kurd bê dewlet man û di şûna dezgehên netewî de dezgehên mêtîngeran hatine avakirin û jiyana siyasî û civakî û kultûrî bi wan hate birêve birin, û bi hemî hezên xwe ve û bi riyên dûrî mirovayetiyê mêtîngeran xwestin rê li ber prosêsa netewebûnê bigirin. Encamên vê yekê pir xirab bûn û di hemî astan de, çi siyasî be yan kultûrî yan jî civakî û aborî be. Bi taybetî tunebûna dewleteke yekbûyî kurdî , hişt ko Kurd bê zimanekî yekbûyî bin. Loma li gor mercên her parçekî ji Kurdistanê zaravên herêmî li cih cihan pêş ve çûn, nemaze Soranî li Başûrê Kurdistanê, û Alfabayên cuda hatine bi kar anîn. Ev jî bûn sedemên astengkirina prosêsa netewebûnê û bûne sedemên cawaziyên kultûrî û siyasî di navbera parçên Kurdistanê de, ta mirov kare bêje ko hest û mêntalîta her parçekî taybetiyên xwe îro hene.
Gelo pêşeroj dê çawa be?
Îro du rengê hestên netewayetiyê hene:
-Rengê ko bi timamî bi nijadekî yan miletekî yan jî bi girûpekî etnî ve girêdayî ye.
-Rengê ko bi dewletê ve girêdayî ye.
Lê mumkin e ko hestên pêşî dakevine asta diwem weke ko li welatên Ereban îro tê dîtin, yanî weke nimûne, mirovekî Iraqî îro hestên girêdana xwe bi Iraqê re ji hestên girêdana xwe bi Urûbetê (netewa Erebî), re xurtir bibîne. Eynî tişt mirov kare li ser dewletên din yên Ereban bêje..
Dîrok jî nîşanî me dide ko bê çiqasî netewayetiya kultûrî xurt bû û karîbû dewletan ji hev bixe û di şûna wê de dewletên din peyda bike, di eynî wext de dîrok ji me re diçespîne (isbat) dike ko hinek dewletan karîbûn hestên girêdana bi xwe ve çêbikin, ko ne kêmî hestên netewî bûn (Emêrka, weke nimûne).
Em vegerina pirsa xwe.
Bê goman e ko bersiv bi rewş û guhertinên siyasî ve girêdayî ye, herweha ta radeyekê bi program û xebat û vîna hêzên siyasî kurdî ve jî girêdayî ye.
Eger her parçekî Kurdistanê çareseriyê di nava sînorên dewleta ko wî parçî bindest dike , bibîne, dêmek wê hestên Kurdan yên netewî, di dirêjiya mêjû de, dakevine asta diwem ko girêdana bi dewletê ve, yan bi wî texlîtê îdara siyasî ve, xurtir bibin. Bi gotineke din, weke nimûne, Kurdên Iraqê dê hestên wan bêtir bi wê herêmê wan ve xurt bibe li ser hisabê lawazbûn û qelsbûna hestên netewî. Ev yek li hemî parçên Kurdistanê wê rû bide, eger çareseriya siyasî di her parçekî de bi serê xwe pêk bê.
Di vî warî de tê gomankirin ko rola (netewî) ya ziman dê pasîv be, eger ne asteng be, ji ber ko zaravek ji zaravên herêmî dê rola zimanê netewî bilîze û bibe zimanê fermî yê vî parçê Kurdistanê yan parçê din û ji du alfabêtên ko Kurd îro bi kar tînin, yekê ji xwe re bibijêrin. Bi şirovekirineke praktîkî, ji du zaravên sereke yên zimanê Kurdî (bêyî ko ji vê gotina min serdestiya zaravan bê fêm kirin), dê li her parçekî Kurdistanê yek ji wan bê pejirandin, û tê goman kirin ko zaravê Soranî(Kurmanciya jêr), bi alfabêya Erebî, li Başûr û Rojhilatî Kurdistanê bibe zimanê fermî yê Idara siyasî li wan herêman, û Kurmancî (Kumanciya jor), bi alfabêya Latînî, bibe zimanê fermî li Bakur û Roavayî Kurdistanê. Bi vî awayî erkê ziman yê danûstandin dê bikeve zorî û tengayê de, û encamên vî tiştî di astên siyasî, kultûrî û civakî dê pir xirab bin, û dê dûrbûna ko îro hinekî di nav (girûpên ziman!) (eger ev pesin rast be) yên Kurdistanê heyî dê ferehtir bibe û cudabûnên berbiçav di nava civata Kurdî de peyda bike.!!
Bê goman ev yek wê bibe asteng di prosêsa netewebûnê de ko îro bi xwe jî ev prosês ji nexweşiyên xwe rizgar nebûye.
Gelo çare çiye?
Bersiv pir zor e. Di serî de çare siyasî ye, û eger dewleteke yekbûyî saz bibe ji xwe zimanekî fermî û alfabêteke tê hilbijartin û zravên heyî jî gereke bi serbestî bêne xebitandin, her çiqasî ji hinek zaravan re zor be jî lê ev yek li her derî wisa bûye, (li Îtaliya, dema yekbûnê de di 1860î de, kesên ko bi zimanê Italî taxivîn 2,5% bûn. Li Fransa di 1789an de, 12% ji Fransiyan bi Fransiyeke rast taxivîn).
Lê eger rewşa siyasî rê nede dewleteke yekbûyî, wî çaxî weke me berê gotî dê cawaziyên pir giring di navbera parçên Kurdistanê de pêk bên, û ji çareyên ko mirov dibîne , peydakirina dezgehên kultûrî ko karibin vê cawaziyâ ziman di riya guheztinê û ta wergerandinê de sivik bikin, lê ji hemiyê giringtir ko di dibistanên hemî parçên Kurdistanê de herdû zaravên Kurdî yên sereke bêne xwendin, kîjan ji wan li kîjan parçî sereke be , bere yê din alîkar be di xwendinê de. Ev pêşniyar çiqasî riyalîst e, ev yek dê pêşroja siyasî ya Kurdistanê bersivê bide..
Dawî , ziman ne bi tenê pîvanekî kultûrî ye, herweha pîvanek ji pîvanên nasnama netewî ye, û girêdayî ye bi dîrok û pêşeroja milet ve û bi windabûna ziman gel hişê xweyî tevayî winda dike, û hebûna milet dikeve gomanan de. Her çiqasî rast e ko şoreşa komînîkasiyonê û ragihandinê û globalîzim pirsa netewayetiyê dike gomanan û cîhanê piçûk dike jî ,lê ji Kurdan re û ji ber nebûna dezgehên netewî û dewletê û ji ber hîna bindest in û welatê wan bindest e, pirsa ziman û parastina vî zimanê Kurdî dibe pirsa jiyan û mirinê, hebûn û nebûnê.
Kamîran Haco
Cavhani:
1-Netewa û netewayetî. E.J.Hobsbawm. Bi Erebî, wergerandina Ednan Husên,çapa yekem 1999.
2-Kovara Ebèad, bi Erebî, ji
mara siyem, Gulana 1995. Lubnan.
3-şoreşa şêx Ubeydilahê Nehrî. Circîs Fethela. Stockholm 2000