Kultur

Gotarek ji edîtorê Nûpelda

Di destên paqij û dadmend de ev dinya; weke ‘ewrên baranê, mîna barana bi coş û fena tava piştî baranê, bi aram e. Êşan diguvêşe, dilan geş dike û nû dike hêviyan… Lê dibe ku ev, ji pêşniyazê wêdatir neçe. Lewra daxwazên ku ji dilan derdikevin, pir caran mirovan şa bike jî, jiyan mirovan bi rasteqînên ku di hundirê xwe de dihewîne, rû bi rû dihêle. Dîsa jî divê mirov bi pêşniyazan dest bi xîretê bike û ji bo cîhaneke geş ya mirovahî, bixebite. Lewra ev dinya di destê mirovahiyê de roj bi roj sar dibe, dihele û kêm dibe. Belê, ev rastî li hemberî me ye û em li ser ruyê ‘erdê di jiyanekê de ne.

     
Hewl û xebatên çandî ji bo ronîkirina pêşeroja gelan e. Çawa ku ziman/lîsan ni’metek e, wisa jî bi wî ezmanî gotin û axaftin jî ni’emeteka mezin e, ji bo me însanan. Lewra axaftin para mirovahiyê ye. Ehmedê Xanî vê rasteqînê wiha tîne ziman:
Ku fesa’het û beyan daye lîsan
Lîsan ( jî) daye însan

Her wiha nivîs û karên di vî warî de jî, çandî ne û ji bo pêşvebirina çanda gelan e. Weke ku perwerdehî di xizmeta mirovahiyê de ye –lazim e ku tê da be-, xebatên çandî jî di xizmeta mirovahiyê de ne –lazim e ku tê da bin-. Divê ji bo kamranî û şadimaniya mirovahiyê edebiyat, roman, rojname, radyo, suhbet, helbest, çîrok û hwd. hewl bidin.

Her kes/milet, (ji aliyekî/li texma xwe) ku di vê qonaxê de xwedî hêzeke mezin be, wê dinya seranser têkeve nêv şadî û bextewariyê. Belkî wê çaxê el-medînetul fadila ya xewna farabî wê ji xewnîtiyê derkeve û bibe ed-dunya ul fadila.

Îcar, em dizanin hemû tiştên ku li vê dinê têne bikaranîn an diqewimin, -weke, qelem, gotin, rojname, her cûre teknolojî û hwd.- bi du aliyan e. Aliyekî wan çê ye û di destê însanên baş de ne. Yanî başî û qenciya mirovahiyê dixwazin; aliyê din jî di emrê xerabî û xerakirina dinyayê de ne. Ev rasteqîn, ji roja afirandina mirovahiyê dest pê dike heta roja îro wisa ye. Wisa têxuya ku wê ji îro û pê ve jî wisa be. Wê, hinek destê xwe bavêjin xerabiyê, hinek dest jî, wê wan destên qirêj ji nebaşiyê bişon û bi dûr xin, qe nebe wê di vê riyê de, di xîret û hewlê de bin.  Ev têkoşînek e; her didome; wê heta roja qiyametê jî bi vî awayî bidome. Lewra kes nabêje mastê min tirş e.

Tiştekî din jî heye, yên ku berjewendiyên xwe datînin ber xwe, nikarin ji bo mirovahiyê axekê bikolin, nikarin tayekî/tovekê biçînin, gulekê avdin. Yên ku bextewariya wan bi berjewendiyên wan ve girêdayî ne nikarin û mafê wan jî nîne ku di qada mirovahî û kamraniya mirovahiyê de tiştekî bibêjin an di vî warî de qala tiştên baş bikin. Halevku ev dinya li hêviya wan kesên ku ne tenê dest ji berjewendiyên xwe berdane, ne. Li benda wan kesan e ku ew, di xizmeta mirovohiyê de xweşbûyiyê dijîn; bi başbûna mirovan baş dibin, bi kenê wan dilşa dibin, bi giriyên wan hêstiran dibarînin û bi tenduristiya wan, nexweşiyên xwe ji bîr dikin. Belê, kesên wilo bidilûcan, dikarin ji bo pêşeroja gelên xwe tiştnên baş bibêjin û gotin jî mafê wan e.

Îcar em jî di vê têkoşînê de li aliyêkî disekinin/ xwe li aliyekî dihesibînin. Ji xwe ne pêkan e ku meriv li aliyekî nesekine. Lewra meriv yan dilxwaz e ji bo başiyê yan jî dilnexwaz e… Welhasil em jî dixwazin bi zimanê pênûsa xwe, bi zimanê dayika xwe avekê bikişînin ser çanda xwe û xizemetekê ji çand û hunera xwe re bikin. Ji destê me jî ev tê.

Nûpelda bi van fikr û ramanan meşa xwe didomîne. Em bi van pêşniyaz û hest/dilînan hêjmara xwe ya çaremîn pêşkêşî we dikin. Heta hêjmareke din bimînin di xêr û xweşiyê de.

   
M. Zahir ERTEKİN

Balkêş e ?
Close
Back to top button