Civak

Damezrênerê JITEM-ê li xwe mikur tê

Li ser beyan a Arif Dogan, dozeröê doza Ergenekonê îro ji bo ku lêpirsînekî li gel bike ew xwest dadgehê. Tiştên ku Dogan li ji dozer re bêje dikare gelek tiştan biguherê û bandora xwe li ser doza Ergenekonê bi xwe jî bike.

Arif Dogan efserek teqawîd e. Di doza Ergenegonê de hate girtin û niha jî serbeste.Arif Dogan nexweşe. Ji berî niha çend rojan hinek kasetên bi dengê Arif Dogan tê de hatin belav kirin. Di van kasetan de behsa JITEM-ê dike û tiştên ku li Kurdistanê kirîn eşkere dike.

 Di hevpeyvînek ya xwe de Arif Dogan ji rojnama Haberturkê re dibêje : “  Tu pêwendiya min Ergenekonê re tuneye. Pêwendiya min li gel JITEm e. Ez hêvî ji dadwera dikim ku bila rojek zûtir êfada min bigrin. Ji berî ez bimrim bila êfada min bê girtin. Tiştên ku ez bêjim pirsa Ergenekonê û pirsa PKK-ê, di gelek waran de zelal bike. JITEM min bi serê xwe damezirand.Lê ez sala 1990-ê ji JITEM-ê veqetiyam û tu pêwendiya min li gel JITEM nema.“

Back to top button