Polîtîk

Agirbest ji bo salekî tê dirêj kirin

Ocalan ji Qandilê daxwaz kiriye ku agirbesta  hatî ragihandin heta salekî bête dirêj kirin. Sala 2011-ê meha hezîranê li Tirkiye hilbijartinên parlemntoyê çêdibin. Ocaln dixwaze agirbest heta hilbijartina bête dirêj kirin û di vê qonaxê de PKK tu çelakiyên leşkerî neke.

Di hevdîtina ku Aysel Tugluk li gel Ocalan kirî de, gelek babetên girîng hatine qiset kirin. Herweha Ocalan daxwaz kiriye ku divê hêzên çekdar yên PKK-ê li Tirkiye û Kurdistana Bakur nemînin. Ocalan ji bo devjêberdana çekan dixwaze warek yê diyalogê destpêbike. Li gora Ocalan hêj negihatine wê qonaxê ku, PKK ji dev çekan berdê.

Dê îro yan sibê berpirsên PKK-ê li Qendîl, di daxuyaniyekî de daxwaziyên Ocalan ragihînin.

Back to top button