Kultur

Zimanê Erebî jî di dibistanên Tirkiyeyê de cihê xwe girt

Bi dehan sale ku xelkê Kurd daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî dikin . Lê heta niha gavekî erênî nehate avêtin.

Zimanê Erebî yek jê zimanê Rojhilata Navîniye. Di zanîngehên Tirkiyeyê de wek beşeke têne xwendin. Lê ji îro şunde êdî xwendawanên dibistana amadeyî jî ( Lîse ) dikarin bi zimanê Erebî perwerdehiyê bibînin.

Ji ber vî jî Wezareta Perwerdehiya Tirkiye ji bo Perwerdekarên Erebî îlanekî da xwendin.

Di îlana serokatiya Lijneya Fêrkarî û Terbiyeyê de di çarçewoya li ser perwerdekarin dibistana amadeyî ( Lîse ) de bang ji perwerdekarên Erebî kir.

Di halûhazirê de di dibistanên de Tirkiyeyê  zimanên wek ;  Înglîzî , Almanî , Fransizî , Îspanyolî , Îtalî , Japonî û Rûsî weka zimanê bijarte têne xwendin.

Li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê 20 mîlyon Kurd dijîn lê heta niha rêveberên Tirk ji bo parastina pergalê destûra xwendina zimanê Kurdî nadin.

Back to top button