Goranîbêjên keç yên başûr û erebîkirina mûzîka kurdî
Goranîbêjên keç yên başûr ber bi erebîkirina mûzîka kurdî
Axîn Mîrxan
Mûzîk wek tê nasîn dermanê giyanê mirovane û her gelek bi mûzîka xwe tê naskirin. Hemû milet çand û kelepûrê xwe didin pêş ta winda nebe û bin ax nebe, li hemberî cenga çand û kulturê çi ji dest wan tên dikin, ji nav van gelan yên ku tên nasîn, qaşo, bi mûzîk û çanda xwe gelê kurd e yê ku bi hazarê salaye tekoşînê dike ta bi azadî bijî û ji bandora nejadperistiya desthilat rizgar bibe û tevî dewlemendiya gelên dîtir bibe.
Pirsek wisa li bin guhê me dikeve:
Mûzîka kurdî bi ku ve dice?
A rastî:
Gelo berê wê li ku ye?
( Lêra min aşiqî mûzîkî kurdî ne bûm. min be goranî arabî, farisî û turkî serî hildawa . Belê kake êsta, hezim bo goranî kurdî zor berzewe -be xo-em kîjî ciwan e û fênik mûzîkî kurdî be min qebûlîkird. Lêra azadî mefûlî xo heye.)
Ger tu temaşeyî pêvajoyê bike, tê berşoşkî bibe. li başurî welat, cihê hêvî, aramî, azadî, kurdperwerî, Kurdistanî, avayî, enfal, helbçe, ibrahîm tatlisis û Fethilah Gulen ………..hd.
Di van demê dawîde hinek goranî bêjên keç xwe fêrî arabiskê dikin.
Hinek ji wan Nansî Ejremin, mînak:
Loka zahir ya ku di kilîpeke xwede mû ji nansî berndaye
Di ber şûştina cilan re, bela sûc û sebeb paqên xwe daye ber bayê tîbûnê.
Cihêl (sîpe), xort, kalên kurdistanê …hd, ji dev Nansî berdan berê xwe dan Loka.
Xwezî li ber bayê sitraneke kurdewarî xwe bihjanda û agir bi kunê Nansî xista.
Herwiha şakîra kurdistanê (Deşnî Mûrad) bi kilîpa xwe ya bi navê (hêla hopa) kurd firandin ezmanê heftan
Kake yewaş, yewaş, lêra hêla hopa
Hêla hopa hê
Hêla hopa hê
Mûzîka kurdî giha xwedê.
Ji bîr neke hunermenda ciwan ya nûhatî , Naslî, di straneke xwe de, ya bi nave (kure hewlêrî)
ji pêvî hewlêriya qebûl nekiriya, stran wisaye:
( na na kure seyrî to nakem
Ger hewlêrî nebî le to min şû pê nakem….
Qet hewlêrî nebî min hezid lê nakem..
Hewlêrî to bî bese..
Ger hewlêrî nebî min îtir tamî lê nakem..)
Li vir xwya dibe ku Nasli derbê hewlêriya dîtene.
kakem!
Naslî çi kir û çi ne kir, agir berra konê hewlêrya da û ew ser tapana rakirin.
li wî kesiya ku xwe bighînê û derba wî fût nere.
Careka din Nasli bi riya klîpa xwe perçebûnek bela suç û sebeb xist nav hewlêriya û silêmaniya de
Kakem, wellah min silêmanîm
Derbekem fût naçewa
Aya çon Nasli dellê min seyrî to nakem ger to hewlêrî nebî.
Wellahî şerme, eybe, zoqî xot niye.
Di van CDyên 2010 de, mînak:
1-Nilîssa (I love you)
2-Shanya (ciwantirin chaw)
3-Nasli (black & white)
4-Loka zahir (hebu nebu)
5-Nina Cemal (ashiqi tom)
6-Dashnî Murad(shike wawe)
Ti taybetiyeke kurdî tê de nabînî. Hela carekê li van albuma guhidar bike maelesif, sorry û bibûrin. Ev keçên stayl û nazik, ev dengên xweş û nexweş, reseniya kurdî dane paş. Em na bêjin bera stayl nebin û mûzîkên xweş çênekin. Nexêr. Lê belê bera ji bo berjewendiya muzîka kurdî be. Ta tama mûzîka kurdî ji bin zimanê me winda ne be, canim. Hêdî, hêdî bajo, bavê mino, gelkî pêlê nekê. Wê çê bibe, bihêna fire, çep û rast wê ji hev xwiya bibe
Bi xuway gewre kake, ma em çi dixwazin?
Çavê herkesî li me ye çi derdor, çi berjor. ji nêzîk ji dûr. Bi hêvîya her tişt zelal be û mûzîka kurdî ji derdorî xwe re xwiya bibe.