Davîdê Tolhîldan zora serhişkiya dewleta Tirk dibe
Serkeftinên fîlmê (Davîdê Tolhîldan) zora serhişkiya dewleta Tirk dibe
Filmê derhinerê kurd Mano Khalil di mehekê de, başdarî 3 festîvalên navnetewî dibe, li festivala filmên Amazighi li Agadîr a Maghrêbê, li Pusan a Korêa Başur û li Îrlanda tê temaşekirin.
Piştî du salên şerê dewleta Tirkiyeyê li dijî filmê “Davîdê Tolhîldan” ê derhinêr Mano Xelil ku bi aslê xwe ji Kurdistana başurê biçuke, mêdiya tirkî jî dest bi gengeşiyê li ser mijara Film kir.
Di roja 15 meha Îlonê de rojnamenivana rojnama tirkî a bi nav û deng “Taraf” Songul Miftakhov hevpeyvînek dirêj bi derhinerê film re çêkir û li ser mijara film û li ser pirsa bo çi hikumeta tirk şerê filmê “Davîdê Tolhildan” dike bi firehî hat nivîsîn.
Weke ku tê zanîn hikûmeta tirkî herdem dixwest ku dengê film bibire, û li her cihekî ku film lê dihat nîşan dan, tirkiya nerazîbuna xwe şani dida. Pir caran bi ser neket, lê mixabin tenê li du cihan hikûmeta Tirkiyeyê biser ket. Beri du salan li Yekîtiya Emîratên Erebî film ji festivala Abu Dhabî hat derxistin, û berî salekî li festîvala Singapura jî ev mesela hat dubare kirin.
Lê her ku hikûmeta tirk şerê film dike, wilo ev film li diniyayê belav dibe. Filmê “Davîdê Tolhildan” heta roja îro li bêhtirî 30 festîvalên navnetewî hatiye temaşekirin, û 4 caran li kenalên televisîonên europî hetaye weşandan.
Di meha cotmehê de (Oktober 2010) film başdarî sê festîvalên navnetewî dibe.
– Yekemîn di destpêka mehê de li «Carrick on Shannon a Irlandayê» tê temaşe kirin.
– Duemîn fîlm wê di festîvala filmên Amazîgî a bajarê Agadîr a Maghrab ku di bin nave festîvala çaremîn a filmê Amazîgî tê ji 5 heta 9 Cotmehê tê şani dan.
– Sêyemîn film ji roja 9 heta 16 meha cotmehê de başdarî festîvala filmên navnetewî a Pusan, li Korêa Başûr dibe. Fîlm di beşê “ Rihê ku naşke” de ku 8 filmên Kurdî ê cuda tê de başdardibin tê temaşekirin.
Herwiha di dema festîvala Pusan de, semînarek li ser sînema kurd û filmên kurdî bi derhinêrên kurd Mano Xelil, Miraz Bizar û bi direktorê festîvala filmên kurdî li Londone Mustafa Kondugdu re tê li dar xistin.
Filmê “Davîdê Tolhîldan” portreyeke belgawere ya gerîlayê Swîsrî David Rouiller e. David Rouiller, ciwaneke swîsrî û ew berî deh salan tevlî tevgera azadiya Kurdistan bû. Kurekî serokê berê yê Dadgera Bilindtirîn ya Swîsa Federal, dev ji jiyaneke xweşhal û ewle ya li Swîsê ber dide û diçe dikeve nava jiyaneke tijîzor û zehmet û xeternak ya li serê çiyayên Kurdistanê. Çîrokeke rastîn e ku pirsan dertîne holê di derbarî siyanet, rûmeta mirovahiyê, piştgirî, azadî û sîdetê de.