Tirkiye pêşniyara NATO ya li ser Afghanîstanê pejirand.
Tirkiye salekî dî jî Fermandariya Herêmê Qabîlê pejirand. Di meha mijdarê de dema Artêşa Tirkiyeyê li Afganîstanê tijje dibe . Lê Tirkiye daxwaza NATOyê pejirand ku salekî dî jî li Afghanîstanê bimîne.
Li gor nûçeyê CNNTurkê di çarçoweya tevgera Hêza Alîkarî û Ewlekariya Newnetweyî ( ISAF ) ji 1 ê Mijdarê 2009 û vir ve Tirkiye berpirsyariyê Herêmê Qabîlê dikir îro pêşniyara NATOyê pejirand û salekî dî jî drêj kir.
Berpirsyarê NATO yê Afghanîstanê Mark Sedwill, di meha Tîrmehê de serlêdana Ankarayê kir û di vê serlêdana xwe de pêşniyar kirîbû.
Artêşa Tirk di sala 2007a de jî 8 meh li Qabîlê diman û ew e bû cara 3. ku Tirkiye Fermandariya Herêmê Qabîlê dike .
Fermandariya Herêmê Qabîl ji bo hikûmeta Afghanê ji nû ve avabûn û di warê ewlekariyê de piştgirî dide.