Polîtîk

KCK pêvajoya bêçalakiyê mehekî dî drêj kir

Serokê Konseya Rêveberiya KCK Murat Karayilan li Qendîlê civîna çapemeniyê lidarxist û biryara bêçalakîmayînê mehekî dî drêj kir.

Karayilan da zanîn ku ger gavên bawerîdayînê beramberê hev bibe û hewldanekî aştîyane berdewam bibe em dikarin agirbestekî îlan bikin.

Karayilan di civîna çapememiyê de wiha axifî : Ew pêvajo ji aliyê me ve wek daxwaza agirbestî hate nîşandan. Lê belê ji aliyê Hikumeta AKP li dijî tevgera me tevgerên tasviyekirin tên meşandin. Tevgerên bi vî rengî endîşedariyekî mezin dide.

Karayilan wiha berdewam kir : Li Rojhilata navînê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurde ew jî li benda çareserkirinêye. Pirsgirêka Kurd sed sale ku nehatiye dîtin ji ber vî heta niha her dem pevçûn derket. Ji ber şer û pevçûn zirarekî mezin da ji bo hemî xelkên Rojhilata navîn û di serê de jî ji bo milletê Kurd re. Em wisa difikirin ku îro ji her wext zêdetir em nêzîkî çareserkirinê bûne. Tevgera me ji destpêkirina şer û heta niha ji bo çareseriyê hewldanên mezin nîşan da. Li ser biryara drêjkirina bêçalakiyê tesîra serokatiya me gelek mezine û rolekî mezin lîhistiye.

Back to top button