Îro 30.09.2010 li Îtalya birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêwendiyekî telefonî digel Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê kir. Di vê pêwendiya telefonî da rewşa giştiya Iraqê û pêşketinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqa Federal şîrove kirin. Di vî warî de serok Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê dilgiraniya xwe li hember paşketina pêkanîna hikûmeta Iraqê nîşan da û kelem û astengiyên li pêşiya proseyê jî berçav kirin.

Encamên  danustandin û gotubêjên navbera lîste û qewareyên siyasiyên îraqî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê nirxandin.

Di vî warî de Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê destpêşxeriya serok Barzanî ya ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê kirîz û aloziya  ketiye bi girîngî wesif kir û daxwaz jî ji serok Barzanî kir ku wê destpêşxeriya xwe çalak bike û bixe di ware piraktîkê de.

Weke tê zanîn di heftiya borî jî de Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê du cara telefona serok Barzanî kir bû û pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bi serok Barzanî re gotûbêj kir bû. Serokê herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkeşî aliyên îraqî kiriye û ew destpêşxeriya Barzanî rêya vekirina girêya pêkanîna hikûmeta nû destnîşan dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: