Polîtîk
Serokê Kurdistanê li Roma ye
Bi vexwendineke fermî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gihişte Roma ya paytexta Îtalya û li Firokxaneyê jî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya û Balyozê Papayê Vatîkan û Balyozê Iraq li Roma ve hate pêşwazî kirin.
Li vê serdana Îtalya de Serok Barzanî dê beşdarî li kongreya demokrasî bike û têda gotarek pêşkêş bike û her wiha li gel hejmarek berpirsên Îtalya hevdîtinan pêktîne.