Polîtîk

Peyama cenabê we hêzeke manewî xurt da min

Îsmaîl Kamil ku di hilbijartinên parlamentoya Swêdê de li ser lîsteya Pariya gel a Swêdê weke parlamenter hatbû hilbijartin û bû endamê parlamentoya swêdê, bersiva serok Barzanî da.  ji bilî Îsmayîl Kamil çar kurdên din jî di hilbijartinan de hatin hilbijartin û bûn endamên parlamentoya Swêdê. Di vê serketina 5 kurdan bo parlamentoya Swêdê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê nameyeke pîrozbahiyê ji her 5 parlamenterên kurd-swêdî re şand bû.

 

Eva li jê bersiva parlamenter Îsmaîl Kamil e:

 

Rêzdar serokê Kurdistanê, birêz Masoud Barzani,
 
Peyama pîrozbaya cenabê we, bi munasibeta hilbijartina min ji bo parlamentoya Swêdê, giheşt.
 
Peyama cenabê we gelekî dilê min şa kir û hêzeke manewî xurt da min.
 
Bêguman, eva dibe seretayek giring ji bo çêkirna pirek xurttir dinav partiya Gel (Folkpartiet) û Kurdistanê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî.
 
Partiya Gel yekek ji çar partiyên desthelatdarin li Swêdê û ji demek dirêj ve hatiye naskirin wek partiyeka dosta nêzîka kurda.
 
Ez soz didim di çarçeweya karê perlamanteryê de karekê baş bikim di nav Swêd û  Kurdistanê da ku rengdana siyaseta partiya Gel e.
 
Dubare spas ji bo peyama we
Li gel rêz ji bona cenabê we
 
Îsmail Kamil
Endamê parlamentoya Swêdê

Stockholm 30-09-2010

Back to top button