Xwendina Quranê

Mîna rojiyên beriya vê rojiyê, mixabin di vê rojiyê de jî tiştên kû min ji zanyarên olî û ji cîvakê bihîstiye ne guhertî bûn.

Bê istisna, hema hema di her mizgeftê de ( ne her roj be jî), gotinên di pend û xutbe yê di rojên îniyê de ku dihate kirin wek; ev meh meha quranê ye, pêwistiya pir xwendina quranê vs, me di vê rojîyê de jî bihîst, weke ku berê jî dihate gotin.

Ma bila  ev neyên gotin? Ma divê  neyên gotin? Di meha rojiyê de, gotina pir xwendina quranê neyê gotin ma wekî dî,  wê çi bê gotin.

Belê, hilbet dê qala van tişta bibin, em ne li himber vê ne. Lêbelê em li dijî, gotina “bixwînin, û ne diyarkirina; lê divê bi çi awayî bixwînin e. Em li himber vê şêwazê nin…

Di vê rojîyê de dîsa ji civatê hina digotin, me 5-10 cuz xwend, 10-15 cuz xwend, hetta yên digotin min di rojekê de xitmek kir jî hebûn. Bes tenê digotinin me xwend…

Carekê, gotina vî tişta di xala xasîtîyê de tengesar e…Tu  vê bihêle, Xweda biparêze divê hinek, rîska “bûyera rîyayê û ji bo bila bibêjin” bi bîra wan bixe…

Xwendin…Bixwînin…Min xwend…

Ma gelo, dema kesê kû dibêje “min xwend-ez dixwîn im”, hayîdar dibe kû, divê ragihandineke çawa  di navbera wî û quranê de hebe? Ango dema kesekî kû  dibêje min quran xwend- xitim kir, dizane kû dikeve bin berpirsyareke çawa?

Mînak; kesê, ihtarnameyek ku ji dadgehê hatiye bixwîne û li xwendina xwe mikur jî bê û li gorî wê nemeşe û ji ber kû guh nedaye wê ihtarnameya han jî çewtîtîyek kiribe û hatibe dadgehê, êdî tiştekî wî  kû kanibe bibêje, bide ber rûyê xwe û xwe di paş wê de veşêre dimîne?

Em quranê dixwînin, zilmê dikin. Em quranê dixwînin, di bazirganiya xwe de derew û xapan dikin. Em quranê dixwînin, heraman dikin. Em quranê dixwînin, nimêja me me ji xirabiyan dûr nake. Quran tête xwendin, azar û cefaya di nava malbatê de naqede. Quran tête xwendin, lê hêjî ciwan xwe dikujin. Quran tête xwendin, lê di rojiyê de jî waye li xaka îslamê xwîn diherike.

Ditirs im ku me ew daraza “pirr xwendekarê quranê hene ku quran la’netê li wan tîne” ji bîrva kiriye.

Belê, ew quranê dixwînin, lê gelo quran jî wan dixwîne? Ev tiştekî bê biniye…
Di vir de ez dê li ser bêjeya “Quran” û dixwîn im “Eqreû/Qeretû” nesekin im, têkiliya di navbera van herdu bêjeyan de nebêj im. Xweda hezbike di nivîseke din de.

Di vê nivîsa me de, mijara em li ser rawestin; reng û şêwaza ku divê quran werengî bihête xwendin e, em dixwazin ku vê yekê hinekî vepejirînin.
 
1-     Divê em piştî e’ûzû bi bismillahî dest bi xwendina quranê bikin.
Li gorî ol a îslamê, despêkirina timamê karê meşrû bi bismillahîyê sunet e. Ji ber vê yekê divê piştî e’ûzû bi bismillahiyê dest bi quranê bihêtekirin. Dema quranê dixwîne, divê xwe bi Xweda biparêze da şeytan û mirovên di rêya şaş dene, ji fêmkirina quranê re nebin asteng.[1]
 
2-     Divê em bi hizrîn û ramîn quranê bixwînin.

Xweda teala di kîtaba xwe de, diyariya pêwîstiya “çawa xwendina quranê” kiriye.[2]  Ji ber vê yekê divê xwendina kîtaba Xweda li gorî daxwaza Wî be û divê em pêwistiya wê yekê bi cîh bînin. Dema, weke ku hatiye xwestin divê bihête xwendin hat gotin, divê hizrkirina li ser ayetan, fêmkirin, hiskirin û dannişana di jiyanê de jê bihête fêmkirin.

Em dê niha bendên xwendina quranê bi hizrîn û ramîn divê çawa be ji we re şîrove bikin.
 
a)      Divê bi fikrîn bihête xwendin: Quran ji bo fêmkirina hin rastîyên Xwedayî, şîreta fikrînê li mirovan dike[3]. Xweda teala di quranê de behsê ji baran, ajal, şîr, xurme, tirî û mêşa hingiv dike[4] , wekheviya xew û mirinê mînak dide[5]  û mirovan vedxwîne fikrîna li ser vana. Ji bo vê sedemê dema meriv ayetên kîtaba Xweda xwend, divê em bi fikrîn û bi ramîn bixwînin. Çimkî ew ayetên neyên fêmkirin û di wateya wan de neyên fikrîn, dê nikaribin mirovan ji şaşiyan vegerîne, ev yek dê bê derfet be.

b)      Divê bi tedebbur û tezekkur [6] bihête xwendin, an na tu sûd dê ji quranê neyête wergirtin. Li gorî me, kesên ne fikire, dê ji quranê sûd wernegire. Ji ber ku Xweda di kîtaba xwe de gotiye; tenê yên hişpak dê bikaribin bifikirin û şîreta werbigirin.

c)      Divê em bi hiş bixwînin: Xweda teala şîreta bi hişdarî xwendina quranê kiriye.[7]  Xweda teala di ayetên quranê de, ji bo kesên hişê xwe bixebitînin re gelek mînakên cuda şîrove kiriye.  Ji ber ku quran kîtabek Îlahîye,  bang li kesê xwedî dîtin û hiş dike. Wek mînak; di ayetên quranê de, ji kesên hişpak re (ûlul Elbab),  ji kesên xwedî dîtin re (ûlul Ebsar) û ji kesên xwediyê hişêselîm re jî (ûlun Nuha) dihête gotin.[8]

Yek ji wan mijarên quranê yên girîng jî xebitandina hiş e. Kesê bal û dêhna xwe ne daye vê yekê, tixûb li dor hiş danîne û bi wî rengî hiş qeyd kirine. Kesên di wê rewşê dene, ayetê ku xebitandina hiş şîret dike nedîtine an nexwestinin bibînin û tenê ayet a “Ma te kesê hewa xwe ji xwe re kirye ilah dîtî? Ma qey tê jê re bibî nobedar![9]” dîtine. Lê sed mixabin li pey çûna hewayê û xebitandina hiş ji hev gelek cuda ye.
 
3-     Divê em tedrîcîtiya quranê li ber çav bigrin û bxwînin.

Quran a pîroz kîtabek ku hema hema di 23 salan de hatiye-timam bûye. Hin ayetê wê di demên artêş-cengê de, hin di dema aşîtiyê de hatiye. Hin ayetê wê li Mekkeyê hin li Medîneyê li gorî bûyerê qewimî hatiye. Ayetê wê darazên îtîqadî, kiryarî û rewiştî di xwede digre. Ji bo ku Quran a mijarê wiha berfireh di xwede digre,  qenc bihête fêmkirin divê rêgez û mercê tedrîcîtiyê neyête paşde dayîn.

Quranê di guhertina kesan û civakê de mercê tedrîcîtiyê wek bingeh pejirandiye.

Kesên bi vê şêwazê nêzî quranê bibin, divê ayetên wê hindik bi hindik fêmbikin û bixwînin.
Heke wiha bihête xwe

ndin, qedexebûyina wan kiryarên zirarê dide kesan û civakê piştî derbasbûna di çend qonaxa re ye, dê derkeve holê.

Heke wiha neyête xwendin, ayet-cuz di sê-çar rojan de bihête qedandin, dê ayetên quranê kêm an şaş bihête fêmkirin.  Divê em wê di demek wek salek an du salan de, li gorî temtêl û rêza nazil bûye bixwîn, da em qenc û xweş fêm bikin.

Ji Eba Eyyubê Ensarî hatiye pirsîn; hûn çawa quranê dixwînin? Gotiye; “ji rûpelekî heta em derbasî rûpelê din dibin salek an du sal derbas dibe, di dema pêxember de s.x.lê, piştî ku me aytek di jiyana xwe de bi cîh dikir hê em derbasî ayetek din dibûn.

Ev heyva rojiyê derbasbû lê ji vê û pê ve, Xweda xwendinek wiha bike para me jî. Amîn…

[1] – Nehl; ayet a 98.
[2] – Beqere; ayet a  121.
[3] – Fikrîn; raweya bibîranîn, fikrandina li ser tiştekî  û xebitandina hiş e. Beqere; ayetên   219 û  266.
[4] – Nehl; ayetên  65 û 69.
[5] – Zumer; ayet a 42.
[6] –  Muhammed; ayet a 24. Îbrahîm ayet a 52. Qemer; ayetên 17,22,32 û 40. Tewbe; ayet a 126. E’raf; ayet a 3. Neml; ayet a 62. Beqere; ayet a 269. û Alî ‘Imran; ayet a 7.
[7] – Beqere; ayet a 269. Alî ‘Imran; ayet a 7. Ra’d; ayet a 19. û Zumer; ayet a 9.
[8] –  Alî ‘Imran; ayet a 13. Heşr; ayet a 2. Taha; ayet a 54.  Hûd; ayet a 51. Beqere; ayet a 44. Enbiya; ayet a 10 û 67. Mumînûn; ayet a 80. Qeses; ayet a 60. Alî ‘Imran; ayet a 65. En’am; ayet a 32. E’raf;  ayet a 169. Yûnis; ayet a 16. Yasîn; ayet a 62. Saffat; ayet a 138.
[9] – Furqan; ayet a 43.

M. Burhan el- Hedbî

[email protected]

 

(Nasname)

Nerîna min :