Polîtîk

Ocalan doza telefonê dike

 

Hêvdîtinên Ocalan li gel berpirsên dewletê kirîn eşkere dibe. Ocalan havdîtina xwe ya li gel Aysel Tuglukê de dibêje ku, eve demeke ez li gel berpirsên dewletê hevdîtinan dikim. Li gora hatî ragihandin Ocalan ji berpirsên dewletê xetek ya telefonê daxwaz kiriye, da ku bikaribe li gel berpirsên PKK-ê pêwendiyê deyne.

Li gora medya Tirkî radigihîne, Ocalan ji berpirsên dewletê yên ku li gel wî hevditin kirine, daxwaziya telefonekî kiriye. Ocalan xwestiye ku ew, bi rêya telefonê pêwendiyê li gel berpirsên PKK-ê yê li Qendîlê deyne û dê ev hevdîtin di bin çavderiya berpirsên dewletê de pêkwerê. Berpirsên li gel Ocalan hevdîtina dikin, ev daxwaziya wî gihandine serokwezîr û hêviya bersivekîne.

Parêzera Ocalan  Hatîce Korkut da xuyakirin ku, ew ji vê daxwaza Ocalan ne agahdarin. Lê siyasetmedarek kurd da xuyakirin ku: Ocalan dixwaze Îmralî bike ofîsa aşitiyê, û Ocalan dixwaze zemîna efuyek giştî amade bike û ew jî feydê jê bibîne.Eger daxwaza Ocalan ya telefonê pêkwerê, wê Ocalan bandora xwe li ser rêxistinê nîşan bide.

Herweha li gora daxuyaniya Aysel Tugluk, Ocalan gotiye ku, eger bête ispatkirin ku bûyera Piyaniş ji aliye PKK-ê ve hatiye kirin, dê ewê PKK-ê mecbur bike ku ji dev çekan berde.

Back to top button