Polîtîk

TUSÎAD : Dewlet mecbure ku pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî veke

Ji aliyê Yekitiyê Dermanfiroşên Tirk ( TEB ) ve Kongreya 10. a Dermanfiroşan hate lidarxistin. Di Kongreyê de panelek li ser mijara ‘’Pêjeroja Tirkiyeyê’’ hate gengeşîkirin. Di kongreyê de Seroka TUSÎAD Umît Boyner , rojnamevan û nivîskar Murat Yetkîn, Aborînas Faik Oztrak û Serokê DÎSKÊ Suleyman Çelebî amade bûn.

Seroka Komelaya Karsaz û Pîşesazên Tirk ( TUSÎAD ) Umît Boyner  rojeva Tirkiyeyê nirxand û li ser perwerdehiya zimanê Kurdî jî wiha got : Li ser zimanê zikmakî xebatên me nîne lê pewîste ku perwerdehiya zimanê zikmakî bi awayekî berfireh bête nirxandin.

Hemwelatiyên Tirkiye mecburin ku bi zimanê Tirkî perwerdehiyê bibînin lê ger hemwelatiyek daxwaza perwerdehiya bi zimanê dî bike dewlet jî mecbure ku pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî veke

Em weka TUSÎAD  xebatên li ser zagona bingehîn ya nû dikin û em girîngiyek mezin didin ji demokrasiyekî beşderwaniyê re.

Back to top button