Mihemed Ceza yê hunermend koça dawî kir

Serê vê sibehê di seat 3:00’an de li bajarê Silêmaniyê hunermendê navdar û pêşmergeyê dêrîn ê herêma Kurdistanê Mihemed Ceza piştî ji ber nexweşiyeke giran û domdirêj, koçî dawî kir.

Cenazeyê hunermend dê ji mizgefta şêx Abdulqadir Çûse ve bibin goristana Silêmaniyê û li wir dê were definkirin.

Hêjayê gotinê ye ku hunermend Mihemed Ceza di  sala 1949’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û gelek di nava kar û xebata netewî de kar kiriye û pêşmergeyekî qehreman bû.

Nerîna min :