Polîtîk

Kurtulmuş ji SP-ê veqetiya

Wek tê zanîn eve demek bû ko SP kongreya xwe çêkiribû û Numan Kurtulmuş wek serokê partiyê hatibû hilbijartin. Lê Erbakan ne dixwest ku ew bibe serokê partiyê û dijitiya wî kir. Di encam de bi fermana Necmetin Erbakan bi rêya dadgehê cardin ji bo kongreya partiyê biryar hate girtin. Numan Kurtulmuş ,îro daxuyaniyek da û got, hêdî di vê partiyê de mercên kirina siyasetê nemane.

Kurtulmuş dê bi awayek din jiyana xwe ya siyasî berdewam bike, ihtimala avakirina partiyek din gelek e. Herweha tê gotink u ihtimala ku Kurtulmuş û hevalên xwe tevlî Ak-Partiyê jî bibin di rojevê deye.

Back to top button