Cîhan

Hêzên enerjiyê ji Îranê vedikişin

Şîrketên wekî Royal Dutch Shell , Total – Statoil û ENÎ biryara Amerikayê pejirandin û xebatên xwe yên  li ser axa Îranê  bi dawî tînin.

Piştî biryara mueyîdeyê Neteweyên Yekbûyî ( NY ) li ser Îranê, Amerîkayê jî biryara hîn mueyîde stendîbû.

Yek jî ew e ku ‘’ Ger şîrketek li ser axa Îranê ji 20 mîlyon dolaran zêdetir xerc bike ew şîrket ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên cezakirin

Ji aliyê wezareta karên derveyê Amerîkayê ve daxûyanî hate dayîn ku şîrketên Royal Dutch Shell, Total, Statoil û şîrketa Îtalyayî ya bi navê ENI xebatên xwe yên li Îranê bi dawî kirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derveyê Amerîkayê James Steînberg da zanîn ku ‘’ Şîrketên mezin fêhm kirin ku piştî biryarên Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ne hewceye ku li Îranê bimînin’’ .

Back to top button