Ji weşanên Han sê berhemên nû
Ji Weşanên HAN sê berhemên nû
Weşanxaneya HAN ev car jî bi sê berhemên cûr be cûr yên wêjeyî ve derdikeve pêşberî xwendevanên Kurd.
Yek ji wan berheman, novêla bi navê Keşîşê Reş yê nivîskarê Rûs û her wisa bavê kurteçîrokan, Anton Çexov e. Wekî dihête zanîn, Chexov hem di wêjeya Rûsî û hem jî bi gelemperî di wêjeya klasîk ya cîhanê de navekî gelek mezin e, heta mirov dikare bêje di cîhanê de yek ji nivîskarên kurteçîrok û novêl yê herî baş û zengîn e. Wek hostayê nivîsaryiê navê xwe di dîroka wêjeya cîhanê de daye nivîsandin.
Pirtûk ji layê nivîskar û wergerê Kurd Husein Muhammed hatiye wergerandin. Weşanên HAN ta niha çar berhemên wergerî yên Muhamemedî weşandibûn.
Pirtûka dûyemîn jî ji xebatên şairê Kurd Abdullah Karabax pêk dihê. Navê dîwanê Sewta Berbang e. Karabax di vê dîwana xwe de bi zimanekî bi bingeh û ûslûbeke nerm bikar aniye û her wisa mijarên wek evîn, dilsozî, helwest û ragirtina zanyariyê û taybetiyên din yên dozvaniyê misra misra hunandine.
Pirtûka sêyemîn jî ji çîrokên nivîskarê Kurd Evdile Koçer pêk dihê. Navê pirtûka çîrokên Koçer jî Pêlava Birîndar e. Berî niha jî sê pirtûkên cîrokan yên Evdile Koçer hatibûn weşandin. Evdile Kocher di vê berhema xwe de cîh dane kurtechîrokan. Chîrokên wî jidil in qasî “birîndariya pêlavekê” û mîna chetel-cemedên warê bilind û sar jî jiyandar û hilweshiyayî… Em bêjin dilê mirov bi her xwendina chîroke Kocher yekser hildiweshe, mîna chiyayekî hilweshiyayî dibe ramana xwendevanan…
Wêshanên HAN di sala 2007 de dest bi weshanê kiriye û ta niha nêzîkî pêncî berhemên Kurdî yên wergerî û telîfî yên wêjeyî weshandine. Li gor ragîhandina berpirsên wêshanxanê, di sê mehên pêsh û sala 2011 de bernameyeke berfireh û dewlemend ya ji wêjeya Kurdî û cîhanî têxin jiyanê.
KNN/Nahê Xan
Nasnameya berheman:
Keşîşê Reş * Anton Çexov
Werger: Husein Muhammed
Ji Weşanên Han Çapa 1.
Berlîn/Îlon-2010
Weşanên Han – 44
Roman/Novêl- 26
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47987052
Fax: 00 49 (0) 30 47987054
www.evra-kitap.com
[email protected]
ISBN: 978-94040997-16-6
Beşeke ji romanê:
Zanyar Andrey Vasîlyîç Kovrîn hest pê kir ku westiyaye, demarên wî jî ne sax bûn. Wî dest pê nekir û matî ji xwe nekir lê di nav suhbetekê re, gava bi şûşeya meyê re bû, ji hevalê xwe yê nojdar re basa vê yekê kir, û vî hevalî jî ew şîret kir ku bila bihar û havînekê li derveyî bajar derbas bike. Di heman deman de wisan qewimî ku nameyek dirêj ji Tanya Pesotskayayê hat û tê de ew vexwendî Borîsovkayê hat kirin. Û Kovrîn fikirî ku bi rastî jî divê ji vê geremoliyê derbikeve û hewayek hên bikişîne.
Pêşî – hingê meha banemerê bû – wî rêwîtiyek bir gundê xwe Kovrînkayê û li wir sê hefte di tenêtiyê de borandin; paşî ku rê û rêçik xweştir bûn, ew bi erebeya hesp çû nik çavdêr û perwerdekerê xwe yê berê Pesotskî, ku baxçevanek li Rusyayê bi berfireyî tê nasîn e. Ji Kovrînkayê ta Borîsovkayê, ciyê malbata Pesotskiyan, ne ji heftê verstan (pîvek rusî ya dirêjiyê ye, 1 km û 70m ye -çapa Kurdî) dirêjtir bû, û rêwîtî li ser rêyên nerm ên biharê, di erebeya aram de ya bi pergalên lêhatî raxistî zewqek rastîn bû.
Xaniyê Pesotskiyan bi stûn û serê şêrên li ber deriyan pirr mezin bû lê hinek ji lebxe û moleya dîwaran jê werîbû; xizmetkarê cilfrak li ber serderiyê xanî bû. Baxçeyê kevn, yê tarî û tund dixwiya û yê bi stîla îngilîzî nexşekirî, bi qasî kîlometreyekê pan bû û ji ber xanî digiha berava bekreyî ya qinc ya çem; li wir darên çamê şên dibûn ku rîşên wan ji bin axê derdiketin û dişibîn lepên axme û şerpeze yên lawiran; li jêr av xembar diteyisî, dengê nalîna darkokeyan dihat, û li wir rewş herdem wisan bû ku te dikarî rûbinî û ger bixwazî sirod û helbestan bihûnî. Li aliyê din, li nêzî xanî bi xwe, li nav baxçe û nav cinînê, ku bi şitilên xwe ve bi qasî sî hektaran fire bû, li hewayê ne xweş jî hertim xweşik û dilhebîn bû. Sorgul û sosinên ew qas sosret, gulên kamelya, hind laleyên pirr-reng ji yên sîsspî ta yên ripîreş, bi kurtî, ew dewlemendiya gulên li baxçeyê Pesotskiyan, Kovrîn ti caran li ti derek din nedîtibû. Biharê hê ji nû serê xwe rakiribû û mişetî û pirriya gulan hê veşartî bû lê tenê ew gul, ên ku li aliyên bersifk û dîwaran bişkivîbûn û li hin deran di nav rûniştekan re serê hildabûn, jî bi tena serê xwe bes bûn û têra hindê dikirin ku yê gerrek biharê di nav wan re bike, hest pê bike ku di nav reng û xemla ewreng û muhteşem a mîrnişîna gulan de ye, bi taybetî jî li dema berbangên spêdeyan gava ku xunav li ser her pel û belga wan diteyisî.
Pişka neqşandî ya baxçe, ku Pesotskî bi xwe ew beş wek bêwecî dinavand, carinan di Kovrîn de hestên çîrokane yên serdema zaroktiyê şiyar dikirin. Ax çi heyberên sosret, kirêtiya kubar, derewderxistina xwezayê li wir hebû! Li wir rêçikên darfêkiyan, darhirmî, ya mîna spîndarek pîramîdî dirêj, gûzên mîna gogan, darsêvek şibî sîwaneyan û ta jimareya 1862 – ango sala Pesotskî dest bi baxçevaniyê kir – ya ji darhilûkan çêkirî hebûn. Li wir darikên biçûk î zirav, ên ku kok û qurmên wan rast û xurt bûn, diketin ber çavên mirov lê ta mirov nêztirî wan nebûya û seqbêrtir çavdêriya wan nekira, dê tê dernexista ku ew hilûtirşik û kişmiş bûn. Lê tişta herî zêde li nav baxçe mirov kêfxweş dikir, tevger û livbariya herdemî bû. Ji sîqleya spêdeyê ta derengiya êvarê karker bi destgere (ereboka destan), tevrik û mesînên avê di destan de mîna mêriyan û gêrikan dixebitîn.
Sewta Berbangê *Abdullah Karabax
Çapa 1.
Berlîn/Îlon – 2010
Weşanên Han – 45
Helbest– 13
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
ISBN: 978-94040997-11-1
Beşek ji pirtûkê
NÊÇÎRVAN
Tevde rext û çek
Bi tiliyên tetikî
Bi çavên nigehî
Bi bêhna bêhngirtiyan
Çi mêr e ji bo
Nişka ve kuştinên
Xezalên narîn
Kewên gozel
Nêçîrvano
Ma ne bes e
Domandina vî karî
Nebêje tu kî yî
Ez xak im xaka ji xaka agirî
Li ber daf û tifenga te
Êdî ne bêkes im
Ked im
Keda jêhatî û lêhatiyan
Keda keça Zîlan
Ji tîrêjên rojê digihîjin
Ronahî û Berîvanan
Nêçîrvano
Mebêje ku tu kî yî
Ez agir im ji agirên semawî
Ji hîv û sorahiyan
Li bedenên kelehan
Weka Zekiya û Rahşan
Hevdem asoyên nûjen
Çawa bên parastin
Awir û bizavên wan
Di gulistana min de!
Pêlava birîndar * Evdile Koçer
Berlin-Îlon-2010
Weşanên Han: 46
Çîrok:/Roman: 25
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
ISBN: 978-94040997-20-03
Beşek ji pirtûkê
Pêlava birîndar
Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê pirsîn, “Em pêlavên te yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî…”
Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê top kiribûn li gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser sergoya gund.
Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min…
Ez hingê zarok bûm.
Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.
Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, “Tu yê serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku guleyek lê ketiye…”
Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û paşê giliyê xalê min kiribû.
Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min kirin.
Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî.