Yasemîn Şan di TRT 6-ê de

Keça Eyşe Şanê di bernameya Nilufera Rengîn de ye

Keça hunermenda navdar Eyşe Şanê Yasemîn Şan vê Şemiyê di TRT 6-ê de, dibe mêvana bernameya Nilufera Rengîn.

Yasemîn Şan ku ew jî wekî diya xwe bi muzîkê re eleqedar dibe yekem car beşdarê bernameyeke televîzyonê dibe. Di bernameya Nilufera Rengîn ku hunermend Nilufer Akbal pêşkê dike de Yasemîn Şan bîranînên xwe yên bi diya xwe re tîne ziman; stranên Eyşe Şanê yên ku hindik mirov hay ji wan hene dixwîne.
Bernameya Nilufera Rengîn a taybet ya li ser Eyşe Şanê 2-yê mehê, roja şemî, saet 20.30-ê de di TRT 6-ê de ye.

Nerîna min :