Polîtîk

Dîrok û pirsgirêkên medya kurdî

                      
Rojnameya Rûdaw ku li derveyî welêt weşana xwe didomîne „dîrok û pirsgirêkên medya kurdî“ dike cihê niqaşê. Rûdaw li ser mijarê semînerek taybetî li Stockholmê dide. Zaniyariya ji navenda rojnamê hatiye belavkirin wisa ye:

“Ji bona  nîqaş  û guftûgokirina pirsên medya kurdî bi giştî û pirsgirêkên ragehandina kurdî li derveyî welat bi taybetî, herweha ji bona rolê ku di vî warî de dikeve ser heftenameya Rûdaw, weke take rojnama kurdî ku îro li derveyî welat tê weşandin, em bi hev re şîrove bikin, em dixwazin di semînerek taybet li Stockholma paytexta Swêdê bi we re bên ba hev”

Programa semînerê:

– Kawa Emîn, rojnamevan-nivîskar: Rewşa medya kurdî û pirsgirêkên ragihandina kurdî li derveyî welêt

– Hêmin Ebdulla, sernivîskar û rêvebirê giştî yê Rûdaw ê: Rol û cihê heftenameya Rûdaw wek takerojnameya kurdî li derveyî welat e, di ragihandina kurdî de çi ye? Li ser kar û xebat, derencamên projeya Rûdaw pêşkêşkirina zaniyariyê..

– Mistefa Şefîq, nûnerê Rûdaw li Ewropayê: Pirsên belavkirina rojnamê û nêzîkbûna gelê Kurd li rojnameya kurdî

– Nûnertiya EuroKurd News / Stockholmê: Tebîniyên li ser rojnamevaniya kurdî ji dûhî heta îro.

Semînera li “Kista Träff, Norgesalen / N1 (rum), Kista Torg 7 li Stockholmê, di roja şemiyê 9/10-2010, saet 13.00 an dest pê dike. Li ser semînerê agehdariya zêde dikare ji ofîsa Rûdawê bê girtin: 0049-22126004002 
 
EuroKurd News&eurokurd.net

Back to top button