Polîtîk

Barzanî serdana Ewropayê dike

Li ser vexwendina Kongreya Hevpeymanê Demokratan, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro çarşem 29/09/2010 Hewlêra paytext bi cîh hişt û ji bo beşdarbûna kongreyê berev Romaya paytexta Îtalya birêket û li wir gotarek sebaret bi proseya siyasî û hewldana binyatnana sîstema demokratî li Iraq pêşkêş dike.

Tê çaverê kirin ku Serok Barzanî li gotara xwe de behsa girîngiya hewl û astengên sercem hêz û aliyê demokratên cîhanê bi navê mîsogerkirina asayîş bike û belavkirina giyana lêborîniya li civakan her wiha azadî û hemahengiyê jî bikin dû pêgeha binçîneya ji bo rîşekêşkirina hemû cûreyên tundutîjiyê.

Serok Barzanî dê li gotara xwe de ronahî bixe li ser zerûreta beşdarîpêkirina hemû pêkhatan li destnîşankirina form û heykeliyeta Hikûmeta Iraqa nû bi navê binyatnana pira baweriya li navbera pêkhatên civakê, helbet ew jî bi rêya çespandina mekanîzmên beşdarbûna li proseya siyasî da pêktê.

Serokê Herêmê li wê gotara xwe de helwesta Herêma Kurdistanê jî sebaret bi Hikûmeta nû ya Iraqê dixe rû ku beşdarîkirine li her Hikûmetek bi destûrê ve girêdayî bê û bi tewafuq li gel sercem pêkhatan da kar bike.

Hêjayî gotinêye ku Serok Barzanî li dema kongreyê da li gel hejmarek şand û kesayetiyên beşdarkirî hevdîtinan pêktîne û her wiha li gel çendîn berpirsên Îtalî jî hevdîtinên fermî encam dide.

Li vê serdanê da hejmarek berpirsên îdarî û hizbî û şêwirmend şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê pêktînin.

Back to top button