Civak

Gundiyên Peyanîsê sibê dest bi gireva birçîbûnê dikin

Li gundê Colemergê Peyanîsê teqînek hatîbû qewimandin û di encamê de jî 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 4 kes jî brîndar bûbûn lê heta niha faîlên êrîşa terorîstî nehatine tespîtkirin. Ji ber vî gundiyên peyanîs sibê destpê gireve birçîbûnê dikin.

Gundiyên peyanîs da zanîn ku gireva birçîbûnê ya 3 roj tenê ji bo hişyardayiniyê û ger  bêdengî berdewam bike em dikarin xwe bişewitin jî .

Di roja 16ê Îlonê û li gundê Peyanîsê teqînek çêbûbû lê piştî 2 hefte jî di derhaqa teqînê de dewleta tirk ti agahî bi destnexistin gelê Peyanîs ji vê rewşê gelek acizin û civînekî lidarxistin û daxuyanî dane ku sibê destpê gireva birçîbûnê dikin.

Cahît Erol di buyerê de kurêkî xwe û 7 xizmên xwe winda kir û wiha axifî : Li ser bûyerê 15 roj derbas bûye lê şev û rojen min çew bihûriye nizanim. Ez her tim ji xwe re dipirsim gelo çima ji me re tiştek wisa kirin ? min hîna jî fêhm nekir.

Tê gotin ku Dadgerê Komarê li ser 6 kes îdianame amadekiriye ez daxwaz ji dadgerê dikim û dipirsim ew 6 kes kîne ? Ger tiştekî dizanin  divê ji min re jî bêjin. Diyare ku têkiliyê wan ji bûyerê hene. Divê derxin holê ku ew 6 kes kîne.

Tahîr Erol jî di bûyerê de kurêkî  xwe yê bi navê Enes Erol winda kir û wiha diaxife : Ez jî di heman fikirê de me .Kes ji me ra xwedî dernakevin.Emê destûr nedin ku ew bûyerê bête girtin.Ger îcab bike em dikarin canê xwe jî bidin û dîsa jî em nehêlin ku serê vê bûyerê bête girtin. Roja pêncşeme emê hişyardayîneke bidin û pêwîstekî ji bo tespîtkirina faîlan bixebitin. Û ji bo tespîtkirina faîlan em dikarin xwe bişewtin .

Cahît Erol û Tahîr Erol sibê digel 10 kes destpê gireva birçîbûnê dikin .

Back to top button