Polîtîk

Ahmet Turk : Divê PKK çekên xwe ji sînorên Tirkiye derxin

Hevserokê Kongreya Civata Demokratîk û serokê berê yê DTP Ahmet Turk di derhaqa biryara agirbesta PKK û pêvejoyên dawiyê nirxandinek kir.

Ahmet Turk di  NTV yê de bi awayekî zindî qise kir. Turk da zanîn ku ji bo pêşîgirtina provakasyonan Divê PKK çekên xwe ji sînorên Tirkiye derxin

Çend peyamên Ahmet Turk:

Îro em di cihekî de ne ku her kes dibêjin ‘’ Bes e ‘’


Êdî  pêwîste ku refleksên demokratîk bikevin qada sîyasetê


Kurd çi dixwazin ? Ger hûn daxwaza Kurdan nebînin ne mimkûne ku aştiyekî pêkbînin


Divê emê hesasiyetên xelkê Tirk jî bînin ber çavên xwe


Li herêmê digerim û dibînim dema ku peyvên aştiyê têne kirin insanên me biheyecan dibin


Hêvî dikin ku biryara agirbestê berdewam bibe


Armancên me ew e ku çek û şer ji holê rabin


Ji bo pêşîgirtina provakasyonan pêwîstiyek heye ku divê PKK çekên xwe ji sînorên Tirkiye derxin

Back to top button