Civak

Komara Çekê dê di warê tûrîzmê de alîkariya Kurdistanê bike

Di civînê de wezîrê şaredarî û tûrîzmê ji şandeya mêvan ra behsa piroseya binyatdanan herêma û Kurdistanê kir û got: Nuha Kurdistan ji bo karê sermayerazandinê aqarekî gelek xweş e. Gelek şirket û kompaniyên biyanî berê xwe daye herêma Kurdistanê. Me li herêma Kurdistanê pêwîstî bi şarezayî û pisporiya di warên cuda de heye.

Kompaniyên komra Çekê di warê nûjenkirina şûnewaran, tûrîzm, av û avrêjan de şarezayîyeke baş heye û kurdistan pêwîstî bi wan heye, ji ber hindê em dê kêfxweş bin eger komra Çekê berfirehtir beşdariyê di binyatdanan herêma Kurdistanê de bike.

Ebdula daxaz ji sefîra Çekê kir kû sefaretxaneya wan rewşa arama herêma Kurdistanê bi rastî ji bo hevwelatî û karsazên komara Çekê veguhêzin û ji wan re bêjin; Raste herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê,lê beşê aram û bi îstîqrarê Îraqê ye.

Şandeya mêvan got ku ew dê grûpeke rojnamevanên kenalên cuda yên komara Çekê dawetî herêma Kurdiustanê bikin, daku rewşa arama herêma Kurdistanê bo hevwelatiyên Çekê zelal bikin

Back to top button