Divê kurd di rêya çareseriyê de zelal bin
Dema bûyer tên gengeşekirin bi awayekî gelek hindik bê jî rastiyek derdive holê. Dema rastî derkeve holê û herkesek li gora rastiyê bibe xwedî helwest, dê hingê çareseriya pirsgirêkan jî hesanîtir bibe. Pirsa Kurd di serê rojêva sıyasî ya Tirkiye de ye. Herkesek gihatiye baweriyekî heta pirsa Kurd neyê çareserkirin tu aramî li Tirkiye çênabê. Li Tirkiye pêkanîna demokrasiyê çareserkirina pirsa kurd re derbas dibe. Xalek din ya girîng jî medotên çareseriyêye. Tirkiye ji avakirina cumhuriyetê heta niha, bi kuştin, qetlîam, talankirin û xirakirinê xwestiye pirsa Kurd li gora xwe ji holê rake. Yanî çareseriya pirsa kurd di îmha kirina miletê kurd de hatiye dîtin. Niha li Tirkiye baweriyek peydabûye ku hêdî bi tundî û tujiyê ew tişta ku eve 85 sale nayê çareserkirin, îro jî bi wan metodên hişk û nijatperestî naye çareserkirin. Pêydabûna vê baweriyê li Tirkiye gelek erêniye.
Kurd jî divê hêdî di rêya çareseriyê de rastiya xwe bibînîn û li gora wê jî bibin xwedî helwest. Piraniya kurdan rîya çareseriya pirsa kurd di metodên demokrasiyê de û rêya diyalogê de dibîne. Heta PKK û derdora xwe jî, behsa vê cureya çareseriyê dike. Lê wek gelek caran tê gotin, pirsa kurd ne pirsa PKK-ê ye. PKK û derdora xwe divê vê rastiyê qebûl bike û giringiyê bide dîtin û dengên kurdên ji derê xwe. Dema mirov dijê tundiyê be û bi rastî bixwaze rêyên aşitiyê kar bîne divê di vê yekê de mirov samimî be. PKK heta çi redeyê di vî warî de samimiye cihê pirsîye.
Li Diyarbekir nêzikî 100 dezgehên sivîl ku giraniya wan di civatê de heye daxûyaniyek hevbeş derxistin û li ser awayê çareseriyê dîtinên xwe gotin. Bila ev helwesta dezgehên sivîl ji bo partiyên siyasê yên kurd jî bibe nimuneyek ya hevkarî û peydakirina platformek hevbeş.Eger partiyên kurd bi vacibên xwe ranebin û tenê guh bidin xwe û platformên hevbeş peyda nekin wê tu caran nebin muxatabê çareseriya pirsa kurd.
Li gora gengeşeyên di nava Tirkiyê de tên kirin gelek berpirsiyarên bilin yên hukumetê û partiyên siyasî vekirî didin xûyakirin ku di nav dewletê de rêxistinên nehînî hene û bandora van rêxistinan li ser bûyeran geleke..Dema serokwezîr behsa hinek bûyeran dike, piraniya caran tiştna îma dike, lê tu cara rastiyê jî nabêje. Ceserat nake, nikare yan jî welê bi hesabên wan tê. Lê ji devên fermî tê qebûlkirin ku rêxistinên nehînî di nav dewletê de dibin astenga pirsa demokrasiyê û dibin asteng di çareseriya pirsa kurd de jî.Heta pirbûna bûyerên dawî ji teref rayadarên hukumetê û gelek nivîskar û rewşenbîrên Tirk ve, wek karê van rêxistinên tar îtê nirxandin.
Gelo di nav kurdan de, di nav rêxistinên kurdan de rewşa rêxistinên nehînî yanî rewşa şaxên rêxistinên nehînî di nav dewletê de çewene? Divê kurd jî di nav xwe de heyina vê yekê qebûl bikin. Di nav kurdan jî ev şaxên rêxistinên tarî dibe astenk di rêya pêkanina platformên hevbeş di nav kurdan de û dibe astenga çareseriyê bi xwe jî.
Neşe Duzel di rojnama Tarfê de di derbarî pirsa PKK-ê de,hevpeyvînek li gel mamustayê akakademiya polisan prof.dr. Idris Bal kiriye.Beşek di hevpeyvîna xwe de Bal dibêje ku, zilamên dewleta kûr yên profesyonel di nav PKK-ê de hene û ewin yên biryara tundiyê didin. Li himber vê gotara Bal deng ji kesekî derneket.
Kurd divê destê van rêxistinên nehînî yên dewleta Tirka, taşeronên Ergenekonê di nav xwe de bibînin û wan deşîfre bikin, heta ev rastî neyê dîtin pêşniyar û gotinên di derbarê çareseriyê de ne xwedî naverokek bi nirxin.
1.07.2010
Dara Bilek