Polîtîk

Salih: Em qebûl nakin kes li herêmê êrîş bike

Hewlêr – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih, diyar kir ku em rê nadin kes herêmê bi karê bîne bo êrîşa ser welatên cîran her wiha ew qebûl nakin kes destêwerdanê nav warên hundir yên herêmê bide.

barham salihBerhem Salih duhîdi daxuyaniyek çapemeniyê de piştî beşdarîkirina di korbenda aborî ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de bo dezgehên ragihandinê wiha got, “Em rê nadin kes Herêma Kurdistanê bo êrîşa ser welatiyên cîran bi  kar bîne, her wiha em rê nadin kes destêwerdana nav karûbarê hundur yê herêmê bike, em hêvî dikin ku rewşa ser sinoran tu bandorek li ser pêwendiyên aborî yên navbera me û Tirkiyeyê tune be”.

Salih wiha pê de çû, “Hatina  vê şandê û hatina şanda Îmaratê di derbasbûyî de û konferansa aborî ya herêmê li Londonê, nîşaneya baweriya welatan bi dahatiya Herêma Kurdistanê ye, lê me hinek pirsgirêk bi şîrketên Tirkiyeyî re heye, ku me ew yek bi Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyeyê re şirove kiriye, lê piraniya wan karên xwe baş dimeşînin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê axaftina xwe wiha domand, “Çendîn projeyên bazirganî bo berfirehkirina pêwendiyên me di rojevê de ne, yek ji wan jî berfirehkirina xalên sinorî yên Îbrahîm Xelîl û duristkirina devereke azad bo pîşesazî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê li Zaxo ye, me behsa hêla esmanî ya Tirkiyeyê jî kir, da ku rastevxwe di gel Hewlêr û Silêmanî geştan bike”.

AKnews

Back to top button