Barzanî pêşwaziya Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY kir
Li hevdîtinê de, her du alî sebaret bi berev pêşveçûnên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û wan guftugoyên ku li navbera kutleyên serkeftiyên hilbijartinan da têne encamdan û ew berbestên ku hatine rêya proseya siyasî û pêkanîna Hikûmeta nû li welat da dîtin û nêrînên xwe danûstandin kirin û li vî warî de her du alî tekîd li wê yekê kirin ku Iraq pêwîstî bi bercestekirina hevbendiyeke nîştimanî û beşdarîkirina sercem kutleyên serkeftî û çalakan li Hikûmeta nû da heye. Her wiha behsa wê yekê jî hate kirin ku pêwîste ji aliyê hêz û qeware siyasiyan ve pêvajoyê veguhêzin qonaxa guftugoya ciddî û her hemû jî beşdarî li kombûnekî berfireh bikin û bi awayeke eşkere dîtin û nêrînên xwe li wan civînan de bixin rû.
Serok Barzanî pêşbînî û helwesta xwe ji bo Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ronahî kir bi mebesta derçûna ji wê pêvajoyê ku ji bo pêşkeftina proseya siyasî û demokrasiya li welat da bibê yarmetîder û tekîd li wê yekê kir ku Kurd her wekî qonaxa berê kar ji bo hevdû nêzîk kirina nêrîna cûda cûdayan û çespandina tebayiya nîştimanî dike û ji bo vê mebestê jî Serok Barzanî dûbare amadehiya xwe bi mebesta yekxistina helwest û derketina ji wê tengasiyê ji bo vexwendina hemû aliyên serketiyan nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Add Milkert ronahî kir ku Neteweyên Yekgirtî hêvîdare hengavên berbiçav li rêrewa guftugoyên pêkanîna Hikûmeta nû da bibînê û tekîd jî li ser rola karîger û diyar û siyaseta hekîmaneya Serok Barzanî kir ku dikarê bi vê sedemê sercem kutleyên siyasiyên Iraqê bi mebesta rexsandina pêvajoyeke guncaw bi navê pêkanîna Hikûmetekî hevkara rasteqîne bi beşdariya hemû hêz û aliyên serketî û bi bêyî îhmalkirina tu pêkhatekî civaka Iraqî vexwîne Herêma Kurdistanê.