Sînemxan Bedirxan: nexşerêya bedirxaniyan yekîtiya kurd û Kurdistan e
Îro 29.06.2010 demjimêr 12:00 a nîvro, li hola civîna Mala Swêdiyan(Sweden House) a li Washingtona paytexta Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka bi navê ji Kurdistan berev Emerîka ve 7. festîwala Bedirxaniyan bi beşdariya çendîn siyasetmedar û rewşenbîrên biyanî û Kurd birêve çû.
Di destpêka festîwalê de siruda Bedirxaniyan ya bi navê (Bedirxanî Xakperwerim Rojnamenusî Rêberim) hate xwendin û piştî wê Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistan li Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka bi axaftineke kurt festîwalê destpêkir. Talebanî di destpêka axaftina xwe de nûçeyeke nexweş(Nûçeya koçkirina Azad Sidiq) gihand beşdarvanan û bi amadebûna beşdarvanan peyama xwe ya serxweşiyê gihand malbata Sediq.
Her wiha Qubad Talebanî di derbarê vê festîwalê de got: Em dixwazin Kurdistanê bi awayeke çandî û hunerî li rêya nûnertî û Kurdên li Emerîka bidin nas kirin û ji bo vê mebestê jî Birêvebiriya beşa Çandî û Huneriya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka xwest 7. festiwala Bedirxaniyan li Washington saz bike. Her wiha Talebanî da bi zimanê Kurdî û Ingilîzî da zanîn ku dê bi mebesta nasandina Kurdistanê de xebatên xwe yê bi vî awayî bidomînin.
Piştî axaftina Talebanî firavîneke Kurdewarî pêşkêşî mîhvanan û beşdarvanên festîwalê kirin.
Li beşa duyema festîwalê de Feryal Haco da zanîn ku Sînemxan Celadet Ali Bedirxan ji ber nebaşiya tendirustiya xwe nekariye beşdarî vê festîwalê bike û ji bo vê mebestê jî bi navê Sînemxan Celadet Alî Bedirxan, peyama wê ya 7.Festîwala Bedirxaniyan xwend ku eve jî naveroka peyama Sînemxan Celadet Ali Bedirxane:
Ji Hewlêra Paytext Silavekî Germ!
Beşdarvanên birêz û lîjneya amadekarê 7. Festîwala Bedirxaniyan!
Bi mixabinî ji ber rewşa tendirustiya xwe ya nebaş, min nekarî li gel we beşdarî vê festîvala pîroz bikim.
Her çende niha ez ne li gel we jî bim, lê bizanibin ku dilê min bi we re ye û ez jî wekî we dilgermî û coşiya vê festîvalê li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê bi we re dijîm.
Helbet wekî Bedirxaniyek, ez naxwazim li vir behsa kar û çalakî û rola Bedirxaniyan ya tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd da bikim. Lê belê ez dixwazim wekî têbîniyek bi bîr bînim ku nexşerêya Bedirxaniyan li ser Yekîtiya Kurd û Kurdistanê hatiye dariştin. Di dema Mîr Bedirxan de, xebata wî ya yekîtiya Kurdan li gel mîrekên dinên Kurdistanê destpêkir û piştî têkçûna wî ya li gel Osmaniyan, kur û neviyên wî jî li ser wê nexşerêya yekîtiyê xebitîn û berhemên xwe yên giranbiha, ji bo vê yekîtiyê pêşkêşî gelê Kurd kirin.
Derxistina rojnama Kurdistan, kovara Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêrk delîla vê nexşerêyê ne. Her wiha gotina Rewşen Bedirxan ya: (Yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistaneke azad bidim te.) eşkere kirina vê nexşerêya yekîtiyê ye. Hevîdarim ku em hemû bi pêkve vê yekîtiyê geş bikin û bidomînin.
Li vir ez dixwazim ji bo alîkarîkirina ji nû ve çapkirina berhemên Bedirxaniyan sipasiya birêz Celal Talebanî Serok Komarê Iraqa Federal û xanim Hêro Îbrahîm Ehmed Xanima Yekema Iraqa Federal û birêz Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistan bikim. Ji ber ku bêyî alîkariya wan ev berhem nedihatin çapkirin.
Ez dixwazim spasî û destxweşiyeke taybet ji bo Kak Qubad Talebanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistan li Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka bikim ku 7. Festîvala Bedirxan li Washington saz kirin.
Li vê festîvala rêzgirtina Bedirxaniyan de, ez spasiya Hemîd Ebubekir Bedirxan dikim ku bi berdewamî derxistina rojnama Bedirxan û ji sala 2004 ve rêkxistina festîvalên Bedirxaniyan de ked û xebateke mezin kiriye. Ez hêvî dikim ku 7. Festîvala Bedirxaniyan jî wekî wan festîvalên din bi awayekî rêk û pêk bête saz kirin.
Her wiha spasî lîjneya amadekar û spasî hemû beşdarvanan dikim ku ji her deverên cîhanê bi beşdariya xwe reng û xweşiyê dane vê festîvalê.
Li gel silavên germ
Sînemxan Celadet Bedirxan
Piştî xwendina peyama Sînemxan Celadet Ali Bedirxan, bi navê Dezgeha Çap û Weşanên Bedirxan Hemîd Ebubekir Bedirxan di derbarê kar û çalakiyên dezgeha Bedirxan û derbarê sazkirina festîwalên Bedirxaniyan axaftinek pêşkêş kir.
Bedirxan li gel çap û belavkirina rojnameya Bedirxan bi kurtî behsa çapkirina berhemên dezgeha Bedirxan kir û paşê armanca sazkirina festîwalên Bedirxaniyan ji bo beşdarvanan xiste rû û Bedirxan got: Armanca me eweye ku em pêwendiyek di navbera çand û kultura gelê Kurd û gelên cîhanê de pêkbînin û bi vê mebestê jî her sal em festîwalên xwe li derveyê Kurdistanê saz dikin.
Di dema amadekirina vê nûçeyê de festîwal berdewam dikir û ji bo vê yekê jî emê nûçeya berdewamiya festîwalê di demeke pêşde dîsa belav bikin.