Kultur

Di navbera întegrasyon û jixwecihêkirinê de

 

 

REŞAD ÖZKAN

Heta bi derdorên kevneparêz, ti kes êdî vê yekê înkar nake ku Almanya welatek e ku penaber berê xwe didinê. Jixwe ji sedî 18.7’ê almanan jî xwedî serpêhatiyeke koçberiyê ne . Jiyana di nav civaka fireçandî de li Almanyayê li hemû qadên siyasî bû yek mijarên ku gelek tê guftûgokirin. Bi taybetî jî di demên dawîn de pirsên bihevrejiyanê û întegrasyonê bêhtir tên nîqaşkirin. Ji derengmayî û wêde, ev nîqaş, nîşandidin ku ji zû ve êdî ti kes nafikire ka di warê siyasî de divê piştgiriya întegrasyonê were kirin an na! Mijar bêhtir ev e; wê ev piştgirî çawa be? Demeke dirêj mijara koçberiyê bi tirs û fikaran, lê ne bi dilê xwe hatiye rojevê, ev yek jî şaşiyeke mezin bû. Bi vî awayî nifşekî koçberan gihişt wê baweriyê ku hê jî gelek qadên jiyana gelemperî û ya biryardana siyasî li wan girtiye. Bi ser de jî li wan tê zehmetkirin ku ew xwe li Almanya wek li welatê xwe hîssbikin . 

Mijara ravekirina li jêr, pirsgirêkên koçberî û întegrasyonê ya kurdan e ku ew jî yek ji komên herî heterojen û mezin ên penaberan ên Almanyayê ne .
Întegrasyon û jixwecihêkirin
Ji bo ku em dêhn û bala xwe bidin întegrayon û peyva dijberê wê jixwecihêkirinê, divê herdû peyv jî pêşî werin ravekirin.
Ya ku mirov bi giştî ji întegrasyonê fahm bike xalên jêr in:
• Ji nû ve pêkanîna hevgirtiniyekê, ango bihevvekirina ya aîdê hev. Yekîtiya sîstemeke civakî ku bi têkiliyên diyarkirî yên hêmanan pêk tê.
• Endamkirina civakekê ya xweseran, bi riya qebûlkirina pîvanên nirxan ên civakî û pîvanên rabûnûrûniştinê.
• Yekkirina civakên cihêreng da ku bibin unîteyeke mezintir, bi awayekî weha guherandina avahiyên civakî ku projeyên cihê yên jiyana civakî karibin pêk werin û li gorî wê pêşketina kesayetiyê mumkin be.

Di civakên jihevbûyî de di navbera întegrasyon û jixwecihêkirinê de pêwendiyeke rewşeke aloz derdikeve holê. Di vê rewşê de ya ku mirov ji jixwecihêkirinê fahm bike, li gorî taybetmendiyên diyar ên civakî yên mîna çînên civakî, dîn, etnîsîte, temen û cins jixwedûrkirin û lidervemayîna komeke şêniyan e . Ev rewşa aloz li aliyekî bi pêdiviyên koma xurt û desthilatdar, ji bo misogerkirina hevgirtina civakê reng digire. Li aliyê din kom jî yekoyeko pêdiviya wan heye xwe li derveyî komekê yan jî gelek koman bihêlin. Bi vî awayî li aliyekî daxwaza întegrasyonê li komên xwe li derve dihêlin, tê kirin, li aliyê din jî di heman demê de şert û merc ji bo jixwecihêkirinê tên afirandin. Lidervehiştin an jî jixwecihêkirinek dibe ku tevahiya hebûnê bihewîne nav xwe yan jî bi tenê yekoyeko hin qadên jiyanê .

Eger komeke keviya civakê yan jî hindikahiyek ji aliyê piraniyeke di warê aborî û civakî de li jortir li derve were hiştin (jixwecihêkirina bi darê zorê) ev yek hingî nîşana newekheviyeke civakî ye. Ev lidervehiştin dike ku hindikahiya bûye mexdûr bêhtir xwe di nava xwe de asê bike û bêhtir li pîvan û nirxên xwe yên çandî û şêwazên rabûnûrûniştina xwe xwedî derkeve (jixwecihêkirina bi dilê xwe). Wateya vê yekê ew e ku têkiliyên li derveyî komê jî her diçe zehmettir dibin, hem ji ber pêşhukmên der barê lidervemayîna bi dilê xwe de û hem jî ji ber ku diskrîmînekirin êdî ji derve ve dibin xeter . Wekî din jixwecihêkirineke bi dilê xwe pêşketina piştgiriya di nava civaka li derve hatî hiştin de hêsan dike û pirrî caran dike ku lobiyên berjewendiyên xwe û navendên çandan werin damezrandin .
Li Komara Federal a Almanyayê jî di vê dema paşveketina aboriyê û bi vê ve jî eleqedar rewşa hevrikiyeke di bazara xanî û kar de, nîqaşên der barê întegrasyon û jixwecihêkirinê jî dijwar dibin. Întegrasyon û jixwecihêkirin bi serê xwe ne mekanîzma ne ku karibin ji aliyê civaka welatê dihewîne yan jî koçberên kar bi tenê ve werin birêvebirin. Ew li gorî herikînên civakî tevdigerin ku di tevahiya pêvajoya koçberiyê de divê weke renggirtinê were dîtin.

Koçberiya kurdan

Bûyer û qewmînên siyasî li herêmên kurdan bi awayekî zelal sedemên koçberiya wan nîşan didin. Di salên 60’î û 70’î de para bêtir koçberên karker bûn ku bi daxwaza sîstematîk çûn Almanyayê da ku karibin rewşa xirab a aborî ya malbatên xwe baştir bikin. Rewşa weke şerekî navxweyî ya li Tirkiyeyê (12’ê Îlona 1980) û şerê İraqê kir ku her bêhtir mirovên ku rastî zextên siyasî dihatin û xelkê gundan ê ji ber şer bêkar û bêmalmayî çûn Rojavayê Ewrûpayê. Kurd divê bi rêzek pirsgirêkên taybet jî bikin der ên ku koçberên din nas nakin . Pirsgirêka wan a herî mezin ev e: ew weke welatiyên kurd nayên dîtin, ew weke welatiyên dewleteke din – weke Tirkiye, Îran, İraq yan jî Sûriye – tên dîtin. Wateya wê jî ev e ku ew û zarokên wan hema hema hîç derfetên wan nînin ku doza mafên der barê çand û zimanên xwe de bikin. Bi vî awayî têra xwe û gelek caran zor li malbatên kurd tê kirin ku nasnameyeke din qebûl bikin . Dê û bav û bi taybetî jî zarok di navbera çandan hemûyan de mezin dibin û dikevine nava cot-qeyraneke nasnameyê: Ew hê bi tevahî neketine nav nasnameya alman, nasnameya kurdî ji dest wan çûye û zor li wan tê kirin ku nasnameya tirk an jî ereb qebûl bikin.

Di lêkolîna bi navê “di navbera întegrasyon û asîmîlasyonê de – derbarê rewşa kurdan li Munîhê de ” ev rewş ji nêz ve tê ravekirin û weke “avakirina cot-getoyê’ tê tasnîfkirin. Encamên vê lêkolîna beriya çend salan hatî kirin hê jî heta mirov bêje bes, rojane ne. Bi ser vê de jî ji êrîşên 11’ê Îlonê û vir ve bi riya qanûnên terorê yên dijwarkirî kurd bêhtir tên astengkirin. Bandora vê yekê ne bi tenê li kurdên Başûr dibe yên ku ji herêma İraqê ku ji dema şerê İraqê ve bêhtir koçber bûne, her weha komeleyên çandê yên kurdên bakur jî dibin mexdûr ên ku jixwe her bêhtir mexdûrê gumaneke giştî ya terorîzmê ne. Bi vî awayî rewş ji bo tevahiya kurdan di warê parastina çand û zimanê xwe de zehmettir bû.

Dîsa jî ka em berê awirên xwe ji nêz ve bidin lêkolîna behsa wê hat kirin û bi taybetî jî hîpoteza “avakirina cot-getoyê” ya kurdan: Lêkolîn di çarçova civakî û siyasî ya bajarê Munîhê de pêk hatiye û mijara lêkolînê kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne ya ku di nav sînorên komara Tirkiyeyê de ye. Pirraniya kurdên li Almanyayê ji Bakurê Kurdistanê ne. Bi vî awayî bi tenê beşeke kurdan ango rewşa kurdên bakur ên li bajarê Munîhê tê rohnîkirin. Mirov dikare dîsa jî encaman ji bo tevahiya kurdên li Almanyayê yên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî bi kar bîne, lewma şert û mercên ji bo afirandina “avakirina cot-getoyekê” li deverên din ên kurd jê tên jî hene. Li ser wan jî para bêhtir nasnameyeke ku ne ya wan e tê ferzkirin.
Hîpoteza “Rewşa cot-getoyê”

Li vir pêşî pirsên, mirov kengî û di kîjan şert û mercan de dikare behsa avakirina cot-getoyekê bike û bi kîjan krîterên zanistî mirov dikare “rewşeke cot-getoyê” tasnîf bike, derdikevin pêşberî me.
Eger mirov ji peyva “avakirina getoyê” ya hêsan destpê bike, hingî mirov bi awayekî zelal maneyeke peyva “geto” ya neyênî tesbît dike . Di bikaranîna rojane de pêwendiya peyva “geto” bi meyilên weke ‘di ûrê xwe de’ bûn, nexwestina întegrasyonê û zehmetiyên ahengê re tê danîn. Ji ber vê yekê jî li peyvên beşa zanista bi mijarê re eleqedar de tercîh bikaranîna peyva “întegrasyona hundir” e. Da ku bi vî awayî aliyên erênî yên “avakirina getoyê” jî derkevin pêş. Dîsa jî nabe mirov van herdû peyvan weke hev bibîne: Ji peyva “întegrasyona hundir” ya divê were fêmkirin, tevneke civakî-çandî ya di navbera endamên jêre-çandekê de ye û di heman demê de ne mecbûr in li heman cihî bijîn jî. Li hemberî vê peyva “geto” nêzîkbûna endaman a li deverekê jî tîne bîra mirovan .
Kurd bi ser de jî di nava hindikahiyekê de weke jêreçandekê tên tasnîfkirin. Divê meyilên wan ên întegrasyonê di bin van şertên taybet de li ber çavan werin girtin. Ango li vir li ser întegrayonê wê ji du aliyan ve were ponijîn. Di heman demê de divê were ravekirin, gelo kurdan bi maneya mecazî ji xwe re cihek çêkir ku di nav hindikahiya mezintir a tirkan de ye û ew jî di nava almanan de bicihbûyî ne. Ev ravekirina li gorî deverê gelekî baş li wêneyê “getoyan” tê, tevî ku “avakirina cot-getoyê” bi maneya xwelidervehiştina herêmî nayê fêmkirin û xwe dispêre jixwecihêkirina civakî . Bi ser de jî ev aliyekî nû ye ku heta îro bi vî awayî di lîtaraturê de nebûye xwedî cih. Ji ber vê yekê jî li vir divê peyveke nû were afirandin, peyva “avakirina cot-getoyê”.

Weke ku em dibînin li pêşiya întegrasyona kurdan astengiyeke taybet heye, lewra ew ji aliyê civaka alman a ku wan dihewîne, weke gelekî bi serê xwe nayên qebûlkirin û weke beşeke hindikahiyên din (di mijara me de ev hindikahiya tirk e) tên dîtin. Ji ber vê yekê ji bo ku karibin întegrasyona xwe di civaka alman de bi ser bixin, divê ji benda ‘xwe ji koma koçberên tirk cihêkirinê’ jî bibihurîn. Encamên lêkolîna xwe dispêre ezmûn û hevpeyvînên li Munîhê bi giştî nîşan didin ku kurd ji întegrasyona nava civaka alman re gelekî amade ne, li beramberî tirkan jî rewşeke wan a xemsarî û heta aloz û pirsgirêkbarkirî heye. Gelo mumkin e di van şertan de întegrasyonek pêk were û pêk were çiqasî wê bi ser keve, guman li ser hene; di warê civakî de jî hê mijar nehatiye zelalkirin.
Ji bo ku em têkiliya kurdan bi koma koçberên tirk re îzah bikin, liberhevgirtineke yekser ya herdû komên koçber pêwîst e. Tevî gelek xalên hevbeş, cihêtiyên gelekî darîçav jî tesbît dibin ku mirov dikare bi derdora çandî ya kurdan dikare rave bike. Wekhevî û cihêtî li beşên jêr in:
Di herdû koman de jî têkiliyên civakî para bêhtir di derdora cîranan de tên danîn. Niyeta manê, welatîbûna Almanya û barkirina navenda tercîha jiyanê ber bi Almanyayê ve hem li cem kurdan û hem jî li cem tirkan, mirov dikare gelek caran bibîne. Li vir divê mirov li ber çavan bigire ku beşek ji kurdan xwediyê statuyeke gelekî nemisoger a manê ne, lewra ev kurd weke penaberên ji ber zexta siyasî koçberbûyî çûne Almanyayê û li bendê ne ku weke penaberên siyasî werin naskirin.

Berêxwedayîna çandî bi xwe, cihê ye, hev nagire: Kurd yan berê xwe bêhtir didin çanda xwe weke mînak angajmaneke siyasî ya xurttir ji bo welatê wan; yan jî çanda almanan tercîh dikin weke mînak diçin komeleyê almanan, saziyên wan yan jî ji çapemeniya tirk bêhtir ya alman tercîh dikin. Wekî din ji bo kurdên bi wan re hevpeyvîn hatî kirin dîn li gorî tirkan gelekî kêm xwedî rol e.

Razîbûna ji şert û mercên jiyanê li gorî rewşa heyî di herdû koman de jî ne zêde ye, ji bilî nirxandina standartên jiyanê yên ku tirk weke nisbî bilind dibînin. Hesta ku alman wan bi nasnameya wan tênagihin û fahm nakin, bêhtir kul û derdê kurdan e.
Der barê rewşa “cot-getoyê”
Divê di destpêkê de em tesbît bikin ku kurd û tirk du komên etnîk ên bi tevahî cihê ne ku koka wan, zimanê wan û çanda wan bi tavahî cihê ye û civakên wan jî bi awayekî gelekî cihê avabûne. Siyaseta asîmîlasyonê ya dewleta tirk a dehsalên dawiyê kurd weke “hindikahiyeke tirk” îlan kirin, tevî ku ew li herêmên xwe yên lê dimînin ango li Bakurê Kurdistanê piraniya şêniyan pêk tînin, dîsa jî bi tevahî redkirina biserêxwebûna wan a etnîk dike ku statuyeke xweser a civakî û çandî nedin wan.

Ev rewş di penaberiya li Almanyayê jî dewam dike. Li vir jî kurdên ji Bakurê Kurdistanê civakî û çandî weke welatiyên Tirkiyeyê tên tasnîfkirin û bi vî awayî siyaseta asîmîlasyonê ya tirk tevî encamên xwe hemûyan li Almanyayê jî berdewam dike. Siyaseta asîmîlasyonê ya tirk ku birine Almanyayê, ne bi tenê bi awayekî pasîf pêk tê, bi awayekî çalak tê birêvebirin . Bi vî awayî weke mînak ne bitenê dersdayîna zarokên wan ên li dibistanê bi zimanê wan ê dayikê pêk nayê, bi ser de jî ji ber ku welatiyên Tirkiyeyê ne li ser wan tê ferzkirin zimanekî ku para bêtir ji bo wan bi tevahî biyanî ye ango tirkî fêr bibin. Lewra ew ji bo rayedar û saziyên al-man “tirk” in.

Nasnekirina hindikahiya kurd, zimanê wê û pêkhatina wê ya çandî li Almanyayê bandoreke gelekî texrîbkar li hisa rûmet û rêza ji xwe re û qebûlkirina civakî a welatiyên kurd dike. Ev yek dibe ku di qewlê dirêj de bibe sedem ku nasnameya kurdî ji dest biçe. Rêxistinên kurdan ên ku alîkariya xwe bi xwe dikin, hewl didin bi însîyatîfên xwe ziman, çand û wêjeya kurdî biparêzin, lê mixabin nikarîbûn heta îro bi awayekî fermî naskirina kurdan bi ser bixin û bikin ku pîvanên bi vê yekê ve girêdayî pêk werin.
Mafên demokratîk ên misogerkirî ku didin her hindikahiya din, bi riya dewletê nadin kurdan. Eger bidin kurdan jî bi tenê di ser rêveberiyên herêmî re û bêhtir bi rengê tawîzên hêsankirinê xwe didin der. Ev jî dikarin hema her wext ji aliyê dewletê ve werin astengkirin.
Bandorên rewşa “cot-getoyê”
Herdû komên koçber ku li ber çavên civaka wan dihewîne yek in, li gorî biyaniyên li Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî giştî bêhtir bi dîskrîmînasyona ji aliyê hevwelatiyên wan ên alman re rûbirû ne. Hem kurd û hem tirk biqasî hev ji ber vê rewşê mexdûr in.
Ji bo kurdan, ji ber ku nasnameya wan a kurdî nayê dîtin, ew bi ser de careke din rastî cot-lidervehiştineke din tên. Ne bi tenê li cihê wan ê kar û jiyana rojane ew weke tirkan tên dîtin û muamele bi vî awayî bi wan re tê kirin, li cem saziyên fermî jî welatîbûna wan a Tirkiyeyê têrê dike ku weke tirkan werin dîtin. Dezavantaj û zirara li wan dibe pirralî ye: ji ber nebûna rêxistin û saziyên kurdî yên mîna buroyên şewirmendiyê yên kurdî, kurd neçar dimînin xwe di nava tirkan de tasnîf bikin ango neçar dimînin biçin saziyên tirk û zimanê tirkî bi kar bînin. Bi vî awayî zimanê kurdî jî weke axaftvanê vî zimanî ji aliyê rayedarên alman ve nayê dîtin û payeya wê dadixin û wê dikin yek ji zaravayên tirkî. Di vê yekê de ne bitenê birîndarkirina nasnameya kurdî heye; eger kurdek zimanê xwe yê dayikê gelekî baş biaxive û di rewşên ji warê zimên ve zehmet de xwe bi tirkî rast îfade neke, dibe ku demborî encamên xirab derkevin holê.

Kurd têra xwe bi awayekî erênî û întegratîf li almanan dinêrin, dîsa jî rewşa aloz a siyasî di navbera kurd û tirkan de li Almanyayê jî xwe dide der û li danûstendinên aliyan yên bi hev re bandorê dike. Hewldanên întegrasyonê ku divê herdû alî bihev re bikin, bi tenê eger hindikahiyek bi tevahiya nasnameya xwe were qebûlkirin û danûstendineke çandî yekser bi vê hindikahiyê re pêk were dikare bi ser keve, ango eger danûstendineke dualî ya çandî di navbera civaka xwe întegre dike û civaka dihewîne nav xwe de pêk were.

Ji ber ku kurd ji aliyê almanan ve di nava koma tirkan de ku neqeba wan jixwe ne xweş e, tên tasnîfkirin, di întegrasyona xwe ya di nava civaka dihewîne de tên astengkirin. Lewma danûstendina bi wan re misêwa di şertên şaş de pêk tê, ji ber ku kurd di warê binyad, ziman, dîn û çandê de ji tirkan cihê ne. Ya ku li ber vê rewşê carinan radibe, malbata kurd e ku li penaberiyê jî jiyana li gorî eşîran a kurdan zindî dihêle. Lê jixwe bi taybetî dixwedebûn û vegera nava malbatê ango civaka xwerû kurd, xetera “avakirina cot-getoyê’ di xwe de dihewîne. Ev avakirina “getoyê” xwe ne bi tenê disipêre statûya koçberiyê, lê xwe her weha disipêre liderveyîxwehiştineke din ango weke kurd nehatin naskirinê.
Rewşa cot-lidervehiştinê ku li gelek qonaxan xwe dide der, ne bi tenê astengiyeke mezin e li pêşiya întegrasyonê, di heman demê de tehlûkeyekê jî di nava xwe de hildigire: helwesta erênî ya li beramberî întegrasyonê ku niha gelekî zêde ye li cem kurdan, eger çareseriya pirsgirêk û rewşên çewt ên heyî di demeke dirêj de xuya nekin, bi demê re ev helwesta erênî nemîne.

Li gorî lêkolînan, kurd li qadên cihê têra xwe întegre bûne. Ji bo ku bi giştî întegre bibin, divê weke hindikahiyeke bi serê xwe werin dîtin û bi vî rengî muamele bi wan re were kirin . Întegrasyoneke ku divê ji dîwarê hindikahiyeke din bibihure, ne mumkin e bi ser keve, lewra komeke din a koçberan ne bi tenê di warê çandî de guhertî ye, pêvajoya wê ya întegrasyonê jî guhertî ye ango dîrokeke întegrasyonê ya wê bi xwe heye . Ji ber ku di navbera herdû komên koçber de aloziya siyasî heye, rewş zehmettir e.

Li gorî vê bi tenê eger mirov kurdan ji nava koma tirkan derxe û weke hindikahiyeke bi serê xwe karibe di nava civaka alman de tevî maf û erkên pêve girêdayî hemûyan bicih bike û di vê yekê de bi ser keve, mirov dikare pêşiyê li avakirina cot-getoya civakî ya kurdan bigire.

Perspektîf

Tedbîrên ku di qewlê demdirêj de wê pêşiyê li “rewşa cot-getoyê” bigirin, bi tenê bi çareseriyeke siyasî ya esasî mumkin in. Tawîzên di siyaseta herêmî de ku xwe bi tevahî disipêrin hîmê çandî, eger şertên wê yên siyasî li qada dewletê neyên zelalkirin, her kêlî dikarin werin astengkirin û paşve werin girtin.
Siyaseta alman xwe nade ber ku kurdan weke gelekî bi serê xwe nas bike, lewra ev yek wê bibe sedem ku rewşeke aloz di qadên diplomatîk de bi hevparê wê yê bazirganî û NATO’yê Tirkiyeyê re çêbibe. Lê belê ji ber vê nasnekirinê her derxistina pêş a nasnameya neteweyî ya kurd heta ku bi tenê li ser qada çandî be jî, tê krîmînalîzekirin. Ev yek rê li ber tepisandineke çandî vedike û tehlûkeya “cot-getobûna” kurdan di xwe de dihewîne.
Tirsa ji ber anîna rewşa aloz a di navbera tirk û kurdan de bi vî awayî kir ku rewşeke aloz a di navbera kurd û almanan de peyde bibe, ji ber ku bendeke nikaribin jê bibihurin li pêşiya koçberên kurd tê danîn.

Werger
Lokman Turgut

(Le Monde Diplomatique)

Back to top button