Li ber weşana kurdî ya maçên fotbolê astengî..
Rêveberên TRT 6 ê ji bo weşana bi vegotina kurdî ya maçên Kûpaya Tirkiyeyê li ser amadekariyên xwe daxuyaniyek weşandibûn. Di daxuyaniyê de dihat gotin ku, di demeke nêz de wê maçên futbolê bi vegotina kurdî û zindî bêne waşandin. Li ser vê amadekariya TRT Şeş ê Komeleya Serdestiya Hiqûqê kete tevgerê û bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ewê ji bo rawestandina vê biryarê li dijî kanalê li Şûraya Dewletê dozê vekin.
Komeleya Serdestiya Hiqûqê xwe amade dike ku, ji bo weşana vegotina zindî ya maçên Kûpeya Tirkiyeyê asteng bike li Şûreya Dewletê dozê veke. Serokê komeleyê Erdem Akyuz da xuyakirin ku, li Tirkiyeyê tenê zimanekî fermî heye û ji bilî wî tu zimanên din divê neyên bi kar anîn. Komele her wiha dixwaze rêziknameya ku bi mebesta ‘Destûrdana weşana bi ziman û zaravayên din’ a ji aliyê RTUK ê ve hatibû pejirandin û di Rojnameya Fermî de jî hatibû weşandin were betal kirin. Serokê Komeleyê Erdem Akyuz. di daxuyaniya xwe de gotiye ku, sazî û weşanên ji bilî Tirkî bi zimanekî din weşanê bikin hiqûqê binpê dikin û wê ceza ji wan re bê birîn.
(Asr Medya)