Polîtîk
Li zangoya aksarayê faşîstan erîşê kurdan kirin
Aksaray- Rêvebirina siyaseta tund ji teref hinek aliyan ve bandora xwe li civatê dike. Gelek deverên Tirkiye hevçûn di nav Tirkan û Kurdan de çêdibin. Tirk êrîşê Kurdan dikin. Li Zangoya Aksarayê gurubek li ser MHP-ê ve êriş birin ser hinek xwendevanên Kurd û ew birîndar kirin.
Xwendevanê Kurd yê zangoya Aksaray Mehmet Emin Ekici jî yek ji wan xortê ku birîndar bûye. Ekîcî di vê derbarê de got: Em gelek caran ji aliyê faşîstan ve têne tehdît kirin. Dibêjin em xwendevanên Kurd li zangoyên xwe naxwazin. Doh jî li bacêr gurubek nêzîk 50 kesî erîşê me kirin û di ancam de gelek hevalên me birîndar bûne.