Li Almanya helwesta wezîrê dervê bû sedemê nerihetiyê
Westerwelle, di ’’Konferansa Duwem ya Sefîran de’’ axaftinek kir û got: ’’Tirkiye, ne tenê ji bo welatên cînar hesinek îstikrarê ye; herweha îxracata îstikrarê jî dike. Di muzakereyên endametiya Yekitiya Ewrûpayê de, hewcedarî bi dînamîkên nû hene’’. Westerwelle, herweha daxwaz kir ku, protokolên di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de jî bên morkirin.
’Tirkiye, ji aliyê pêkanîna şertên aborî û siyasî ve, hîn ji endametiya Yekîtiya Ewrûpayê pir dûr e.’
Westerwelle, li ser hevdîtina xwe ya bi wezîrê karên derve yê tirk Ahmet Davutoğlu re, da zanîn ku, ew ne tenê li ser polîtîqayên civakî; herweha li ser polîtîqayên bilind jî sekinîne û têkiliya Tirkiye û Almanyayê jî têkiliyek wek ’stratejîk’ binavkir.
Li gor agahiyên Deutsche Welle dayî, Westerwelle gotiye: ’’Di başbûn û pêşvebirina têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re, berjewendiyên me yî mezin hene. Ji bo diyalogek stratejîk, me û Davutoglu lihevkir. Em dixwazin vê diyalogê hîn pêşvetir bibin.’’
Li ser pirsa rojnamevanekî a ’’Li Ewrûpayê hin kes li endametiya Tirkiyeyê baş mêzenakin, hûnê vê diyaloga stratejîk kengê bikaribin derbasî jiyanê bikin?’’ Westerwelle weha bersiv da: ’’Em li dû peymanên xwe disekinin. Ji bo vê yekê, Almanya li seranserî cîhanê rêzdar e. Ez bi xwe jî li pişt vê yekê disekinim. Em dizxwazin Tirkiye berdewamî li reformên xwe bîne. Ji ber ku em di çarçoveya berjewendiyên Yekîtiya Ewrûpayê de li meselê mêze dikin.’’
Dema rojnamevanan helwest û gotinên Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel a ’’Hevkariya bi îmtiyaz’’ anîn bîra Westerwelle, Wezîr diyar kir ku, ew li ser navê hikûmetê diaxife û got: ’’Ez li vê derê çi bêjim ew e. Me wek hikûmet çi biryar dabe ew e. Tişta girîng ewe ku hikûmetê çi biryar daye.’’
’’Bi Tirkiyeyê re ti peymanên dizî çêneke’’
Ji hêla din ve, Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Civakî a Xrîstyanên Alman (CSU) Alexander Dobrindt, bang li Westerwelle kir ku, di derbarê endametiya Yekîtiya Ewrûpayê de, bi Tirkiyeyê re ti peymanên dizî çêneke.
Dobrindt, di civînek partiya xwe de serdana Westerwelle a Tirkiyeyê bibîranî û got:’’ Em û Partiya Azad ya Demokrat (FDP) ku Westerwelle serokê vê partiyê ye, hevkarên hev yên koalîsyonê ne. Ez pêşniyar lê dikim ku, bi Tirkiyeyê re ti peymanên veşartî lidarnexe. Ji ber ku em di koalîsyonê de bi hefteyan ancax bi zorê dikarin hûrikên camên şikestî bidin hev. Divê berjewendiyên navnetewî ne li pêş berjewendiyên Almanyayê bên girtin. Tirkiye, ji aliyê pêkanîna şertên aborî û siyasî ve hîn ji Yekîtiya Ewrûpayê pir dûr e.