Polîtîk

Li Çiyayê Hemrîn gora 270 zarokên Kurd hate dîtin

Dubiz- Li devera Dubiz nêzîk Çîyayê Hemrîn goreka komkujiyê hate dîtin. Di vê gorê de hestîyên 270 zarokên Kurd hene, ev zarok ji aliyê rejima Sadam ve bi saxî hatîne bin ax kirin.

Ew laşên di vê gorê de, dê ji aliyê Wezareta Karubarên Şehîdan û Enfalkiryan ya Herêma Kurdistanê bête hildan. Ev zarok hemî dema hatîn binax kirin temenê wan ne ji 3 salî zêdetirbûn.Demabûyera Enfalê de ev hatine binax kirin.

 

Biryare hestîkên wan dê li monomênta bacarê Çemçemal bêne veşartin. Li Tuxûbê çiyayê Hemrîn gelek gorên komkujî yên dema enfalan de hatine dîtin û tê de hestiyên bi hezaran Kurd derketine.

 

Wek tê zanîn di komkujiya enfalan de behtirê 182 hêzar Kurd hatine qetilkirin.

Back to top button