Nivîsar

Demokratbûn karek zehmete

Li cîhanê hemiyê pîvanên demokrat bûnê û demokrasiyê hene. Lê dema navê demokratbûn û demokrasiyê dibe Rojhilata Navîn û li welatên derdorê,  naveroka demokrasiyê û demokratbûnê tê guhertin. Demokratbûn hêdî ne li gora normên navdewletî  tê nirxandin.  Li gora rewşa taybet ya wan welatan tê nirxandin. Dema mirov li welatên demokrasî lê tuney dinêre, demokratên wan welatan gelekin. Ji ber ku gelek caran demokratbûn li gora hinek helwestên rojane yan jî li gora helwestên li himber hinek bûyerên taybet tê hole. Lê carna derdikevê hole ku, demokrat li van welatan dijê demokrasiyê bi xwene. Ev dibe pirsgirêk û rê li ber mirov tarî dike. Di vê derê reş û sipî tevlîhev dibe.

Li welatên Rojhilata Navîn demokrasi tuneye. Sedemê vê gelek tê gengeşekirin û gelek berfireh sedem ji bo tunebûna rejimên ne demokrat tên dîtin. Lê di rastiya xwe de heta niha lêkolînek zanistî sedemên vê yekê dernexistiye holê. Ji bo vê gelek dîtinên cuda hene. Piraniya caran baweriyek mirov re çêdibe ku, tovê demokrasiyê li axa van welatan şîn nabe. Yan jî belkî tucaran tov nehatiye reşandin.  Ev jî musîbetek siyasî û civakiye ji bo gelên li van welatan.

Belê wek hertiştekî pîvanên demokratbûnê jî hene. Ji berî her tiştekî kesek ne demokrat nikare şerê demokrasiyê bide û nirxên demokrasiyê biparê ze. Bê goman dema vê yekê bike jî, ne ji dirustiya xwe dike û ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dike.Demokratbûn bûye mertalek mirov xwe tenê pê diparêzin, lê hidût  û pîvan êrîşkariyê re tuneye. Ev yek ji bo rêxistinan jî derbas dibe. Lê dema mirov gelemperî dinêre piraniya kesen ji bo demokrasiyê gaziyê dikin bi xwe, di rastiya xwe de ne demokratin. Ev yek di civatên me de wek nexweşiyekiye.

Li Tirkiye rewşa demokratan û pîvanên demokratbûnê gelek cudaye. Wek mînak dema mirov rewşenbîrek yê Tirk re , li ser rewşa cîhanê, li ser rewşa siyasî û civakî sohbetekî dike, behsa hemdemiyê dike, di dîtinên xwe de gelek berfireh difikire û ji bo pêşketina civakê xwedî dîtinên hevdeme. Yanî  kesayetek rewşenbîre, pêşiya xwe dibîne, hevdemî û nirxên demokrasiyê diparêze , behsa wekheviya insanan û mafê mirovan dike û diparêze. Çikas sohbet kûr dibe demokratbûna wî kesî behtir tê xûyakirin. Lê dema gotin werê li ser pirsa Kurd, tu dibînî di bin wê kesayeta demokrat û pêşkevtî de kesayetek nijadperest weşartiye. Hema behsa Kurd û mafê kurdan bête kirin ew aliyê wî yê nijadperestî derdikeve hole. Ew kes, ji bo kurdekî insaneke ku, ji binî nesîbê xwe ji demokrasiyê û demokratbûne negirtiye û nijadpereste. Lê mimkine ji bo yek Tirk yan jî yekî ku tu pêwandiya wî pirsa kurd re tunebe tiştek din be.

Li Tirkiye naskirina kesayeta, siyasetmedara, rewşenbîra û insanên pêşkeftî  gelekî zehmete. Mînakek din car cara nûnerên du partiyên siyasî li ser rewşa civakî yan jî tiştek din minaqeşê dikin. Radibin hev her yek îdeolijiyek cuda diparêze û hevûdin bi  hemî tiştên xirab tawanbar dikin. Dema pirsa kurd tê holê piraniya caran nêzik hev dibin û gotina wan dibe yek. Bi kurtahî li Tirkiye, heta mirov dîtinê kesayetekî di derbarê pirsa kurd de nizanbe ,zehmete ku demokratbûna wî bête zanîn. Ji bo vê jî ji bo kurdan pîvana demokratbûna rewşenbirek yan jî sîyasetmedarek Tirk hesaniye û ew jî dîtina wî li ser pirsa kurd de. Vêca ji bo kesayetek Tirk pîvana demokratbûna kurdekî çiye ew jî vekiriye.

Ji bo vê divê herkesek ji bo demokratbûna kesayeta xwe muhasebeyekî bi nefsa xwe re çêbike. Ka gelo em azadiya ji bo xwe dixwazin ji bo kesên din jî dixwazin? Em çikas bi toleransin? Em rexneyekî li himber kesayeta xwe heta çi redeyê tehemûl dikin? Gelo rastî dema em doza demokrasiyê dikin, me ev yek di kesayeta xwe de bi bîr û bawerî hazim kiriye yan ne?  Bawerim her çendeyekî, wek ku mirov kontrolekî tenduristî pêwist dibîne, xwe di warê kesayeta xwe de jî berçavre derbas bike dê gelek baş be. Hingê mirov dikare kêmasiyan bibîne û hewl bide xwe ji wan xilas bike, aliyên xwe yê erênî jî tesbît bike û wan pêşde bibe. Dê ev yek bandora xwe li kar û xebata me ya siyasî û civakî bi awayek erênî bike. Herweha dê misteveya siyasetê û kesayeta siyasî û rewşenbîrî jî zêde bike.

16.04.2010
Dara Bilek

Back to top button