Polîtîk

Malikî: Serokatiya komarê madda 140-ê pêk neaniye

Bexda – Serokwezîrê Iraqê û Serokê lîsta Îtilafa Dewleta Qanûnê  Nûrî Malikî,doh êvarê dîdareka rojnemevanî pêkanî. Di vê dîdarê de da xuyakirin ku , ku nakokîyên di nava serokatîya komara Iraqê bi xwe de, bûn egerê (sebebê)  ku maddeya 140-ê pêk nehê.

Nûrî Malikî weha jî da nîşandan, ku destnîşankirina sînorên navbera parêzgehan ji desthilatdarîya serokatîya komarê ye, belê nakokîyên di nava serokatîya komarê hiştin, ku ew pirs jî nehê çaresrkirin.

Nûrî Malikî weha jî da zanîn, ku maddeya 140-ê, ne tenê girêdayî parêzgeha Kerkûkê ye û ew madde, ji bo hinek parêzgehên naverasta Iraqê û başûrê Iraqê jî ye.

Back to top button