Polîtîk

Civîna polîtbûroya YNKê bi şeredef bi dawî bû

Kosret Resûl cîgirê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û komîteya kargêriya Polîtbûroyê digel firaksyona YNKê a li parlamentoya Kurdistanê civiyan û di civînê de di navbera amadebûyan de şeredef derket, endamên polîtborûyê bi reqî û dijwarî bersiva hev dan û civîn bê encam bi dawî bû.

Li gor malpera NRT di civînê de Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêriya polîtbûroya YNKê axaftinek kir û di axaftina xwe de got ku, hindek nûner û kadiroyên YNKê, yên xwedî poste û berpirsiyariyên cuda, bi daxuyanî û teserifên xwe YNKê şermezar dikin. Lê Mela Bextiya di axaftina xwe de navê tu kes û berpirsên YNKê diyar nekirin.

Li gor malpera navborî, hindek ji endamên polîtbûroya YNKê bi reqî û dijwarî bersiva mela Bextiyar dan.

Qadir Heme Can endamê polîtbûroyê ji Mela Bextiya re got ku, bi wan daxuyanî û teserifên nûner û kadiroyan hemû YNK şermezar neb, lê çêdibe ew kes şermezar bin yên xizim û kesûkarên xwe li postên bilind danae, û bi vê yekê civîn bi şeredf bi dawî bû.

Back to top button