Civak

DAÎŞ li Kobanê paşve dikişe

Piştî gehîştina Hêzên Pêşmerge bo Kobanê ligel çekên giran, niha terorîstên DAIŞê paş vedikşin û Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Volkana Elfurat ji 4 aliyan ve bi tundî li çeperên DAIŞê dan. Herwiha 2 gund ji wan terorîstan hatin paqijkirin.

Rojnamevan Komas Şehbazî ji Rojavayê Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge û hêzên YPGê û Volkana Elfurat karîn ji 4 aliyên kobanî bi giranî çeperên DAIŞê dan ber topan.”

Wî rojnamevanî wiha got: “Di encama wî şerî de, hêzên kurdî karîn 4 otombîlên DAIŞê têk birin ku çekên Doşka bi wan ve bûn. Herwiha otombîleke din jî li başûr û 2 otombîlên din jî li rojhilatê Kobanê têk birin. Herwiha qenasekî DAIŞê kuştin ligel kuştin û birîndarkirina hejmaneke mezin.”

Herwiha li gorî agahiyan, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî îro derdora saet 13:00, gundê Xerabîsan ku 20 kîlometran li rojhilatê Kobanê ye bombebaran kirin.

Ew gund dikeve ser rêya di navbera Kobanî û Girê Spî de û DAIŞê di rêya wê re çek û çekdaran ji Girê Spî û Reqayê derbasî Kobanê dike.

Berê çekdarên DAIŞê êrişî sînorê navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê dida, lê ev 3 roj in ku Hêzên Pêşmerge bi çekên giran li wan çekdaran didin û niha niha êrişê wan û hewlên girtina sînor ji aliyê DAIŞê ve nemane.

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê jî YPGê herdu gundên Arçaşêxan û Sutuk ji DAIŞê paqij kirin û karîn 15 terorîst bikujin û 6 çekdarên din jî birîndar bikin.

Back to top button