Nivîsar

Rêkeftina Dihokê

 
RÊKEFTINA DiHOKÊ DI NAVBERA ENKS ÛTEV-DEM DE BÛYEREKE DAMEZIRÎNER E

Dr . Musa Kaval  

Rêkeftina (tifaqa)  Dehokê  di nabera ENK-S û TEV-DEM de, xeleka yekemîn ji zincîrek dirêj û qahime ku ji niho û paş ve, dê hêzên siyasiyên  Kurdistanî bi hev re girê bide û perek sipî û nû di dîroka siyasiya gelê kurd de, vedike. Pêwîste ku  em wesan hêvîbikin û wesan daxaz bikin û bi cidî pişrtgir bîn  û bo vê yekê bixebitîn.
 
Di dîroka siyasiya  her  xelkekê  de, tifaqên netewî yên berdewam û xurt, di encama şerên birakujî, dinabera hêzên siyasî û baweriyên cuda de, êbûyîne. Yekatiya netewî û  aştiya navxweyî ya Dewletên Yekgirtiyên  Amerikî, di encama şerek tund û dirêj di navbera bakur û başur de bû. Piştî şoreşa Fransa, şerek dijwar, medenî û pir xunrêj li Fransa çêbû,  di encama vî şerî  aştiya navxweyî û  yekitiya netewî peyda bû. Numuna Almaniya, Italya, Rusya  û pir welatên din vê rastiyê  îsbat dike. Di van sih salên burî de, şerên giran û tund dinabvera  hêzên Kurdistanî de  jî hatin kirin, êrên birakuji çêbûn. Lê wekû welatên li jor behiskîrî, piştî van  şêran, zemanê  aştiya navxweyî ya gelê Kurd jî hatiye.

Rêkeftina Dehokê  dikare û pêwîste çar encamên giring  di bercewendiyên netewa kurd de, peyda bike û bibe destpêka qunaxet nû di diroka gelê me de:

1. Şerê ragehandinê  û piropaganda dijhevî di navbera hêzên siyasi yên Kurdistanî  bi dawî bihêtin û car din dest pênekete ve.

2. Partî û hêzên Kurdistanê cudahiyên ideolijî û siyasî normal bibînin û  digel van cudahiyan rumeta hevbigirin.

3. Zemînek saykolojî erênî peyda bibe  û encamên nerênî yên saykolojiya şer û hevrikiyên navxweyê yên kevin, bi hêne renîn û rakin.

4 Hevpeymanek  stratejî di nabvera hêzên Kurdistanî de, bihête danandin, bi taybetî, fere û acile ku dinavbera PDK-başûr û PKK de hevpeymanek  stratejî û berdewam di zutirîn dem de, bihete  danandin. Eger ev herdu hêzên sereke, li ser stratejiyek hevbeş  bi  hev bikin, bi hemahengî  bixebitin û  bi hevre bercewendiyên netewiyên gelê Kurdistanê biparêzin, aştî û lihevhatinek giştî û stratejiyek netewî di navbera bizava Kurdistanî de,  misoger dibe.

Hem Cihan, hem jî dewletên herema Rojhelata Navîn, dê rumeta Kurdan bigirin, mafên wan qebul bikin û dostitî û hevalbendiya wan bixwazin. Hem gelê kurd, hem hêzên siyasi yên kurd  û di serî de ev herdu hêzên navburî  mifa dibînin.

Back to top button