Emê bi hemû awayî xaka Kurdistanê biparêzin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê beşdarî di panela Dîdara Meri ji bo diyalog û aşitiyê kir û peyvek pêşkeş kir, ev li jêr teksa peyva serokwezîr:

Bi xêr bên

Ez kêfxweş im beşdariyê di vê panelê de dikim

Di dawiya sala 1989ê de dîwarê Berlînê hat jinavb birin, du salan piştî wê bûyerê Yekêtiya Soviyetê hilweşiya, cenga sar bi dawî hat, gelek welat azad bûn, piştî sala 1991ê behsa pêla çwaremîn ya demokrasiyê hat pêş. Siysasetmedar û akademîsyenan behsa sîstema nû ya cîhaniê dikir, çirayê gelên jêr dest û bêmaf geş bû.

Çend sal derbas bûn, li Rojhilata Navîn guhetinên mezin çê bûn, pêla çwaremîn ya demokrasiyê negehişte devera me, gelek kesan behsa neminasibiya demokrasî, sîstema siyasî û kultura Rojhilata Navîn dikir û gelek kes li hember deverê bêhêvî bûn, helsengandin û dîtinên wan reşbîn bûn, kêm kesan di wê demê de hizira pêxistina çirayê demokrasiyê li devereke bêdemokrasî dikir, ew çirayê hîngê navê wê Kurdistana Îraqê bû, li gulana 1992ê di pirosesa demokrasiyê de pêngaveke dîrokî avêt û parlamentoyeke azad hilbijart.

Her di wê salê de parlamentoya Kurdistanê biryar da ku, peywendiya herêma Kurdistanê digel dewleta Îraqê li paşerojê li ser esasê federalîzmê be û kêm kes, ji derveyî hêzên siyasiyên Kurdistanê, çaverê bûn ev xewine bi cî bê, lê xewina me hertim zîndî bûye. Em nabêjin me kêmasî nîn in, lê yaku em jê pişt rastin ewe em li ser rêyeke rast ber bi paşerojeke geş gavan diavêj in. Şêx Ubeydulayê Nehrî di sala 1880ê de xewin bi hindê ve dît ku, biryara kurdan di destê kurdan bi xwe de be û serhildan û şoreşên sedsala borî ji bo wê armancê bûn.

Sala 2003ê guhertineke asasî bi ser Îraqê de hat, di nava du salan de serkirdeyên Kurdistanê û pêkhateyên din yên Îraqê li ser bingehê dewleteke demokratîk, plural û federalî û li ser destûreke nû bo Îraqê li hev kir. Li Îraqê referandum li ser destûrê kir û 4/5 dengderan li sertaserî welat, îraqiyan, ev destûra nû pesind kir.

Ji sala 2005ê û vir de sê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatine kirin, hikûmet bi aşitî pêkhatiye û desthilat bi awayekî aştiyane dest bi dest kiriye. Em gelek caran wê yekê jibîr dikin ku, daxwaza sereke ya serhildan û şoreşên Kurdistanê demokrasî, mafê mirov û mafên kêmneteweyan bû.

Bifederalîkirina Îraqê daxwaza sereke ya gel û nûnerên Kurdistanê bû. Ev çarçoveya dîrokî ji bo têgihiştina me li hember guhertinên niha yên Rojhilata Navên giring e.

Di van çend salên dawiyê de em dibînin sîstema siyasiya deverê rastî kirîzeke tirsinak û paşerojeke nediyar bûye. Hindek rijêmên weke Sedam Hisên, Miemer Qedafî û Hisnî Mubarek li ser desthilatê nemane. Hindek welat jî weke Suriye û Yemen rastî şerên navxweyî û îdolojiya şidetxwaz bûne. Em jî li herêma Kurdistanê nikarin metirsiya rûbirûbûna digel hêzeke çekdara gelek hovane ku, alayê dewleta Îslamê bilindkiriye, piştguh bixin, cunkî dibe bibe gefa man û nemana me.

Herêma Kurdistanê niha li dijî hêzeke piçek ya şidetxwaz rawesta ye, xelkê Kurdistanê nikare bi tenê li dijî vî awayê terora nû serkeftinê bidest bîne. Pêwîstiya me bi hevkarîya serbazî, mirovî, êkonomî, îstîxbaratî û exlaqî ya dostên me li derve heye. Em li herêmekê dijîn ku, xebatên ji bona çespandina demokrasiyê rastî gelek keleman tên, mafên kêmneteweyan û olên deverê tên bin pê kirin û siyaseta şidetxwaz bûye çarerêya êkane.

Herêma Kurdistanê, miqayîse digel gelek welatên din yên Rojhilata Navîn, mînaka pirosesa aştîxwazî û singfirehiyê ye, parastina vê tecrûbeyê wezîfeya gişt aliyên demokratîk û azadîxwaz e. Parastina tecrûbeya me dê hêviyê bi gelek kesên ku, demokrasî, lêbihurînî, bihevrejiyan û parastina mafê kêmneteweyan ji bo wan giringe û giringiyê pê didin, bibexşe. Bêguman, eger em ji derve li Rojhilata Navîn temaşa bikin, bi taybetî bi çavê mediyayê, em dibînin kuştin li gelek cîyan heye. Lê çênabe em wê rastiyê jî jibîr bikin ku herêma Kurdistanê weke hêzeke biaramkirinê, di 15 salên borî de, li Îraqê roleke çalak lîstiye.

Di germatiya şerê navbera Sune û Şîiyan de li Îraqê, hêzên siyasiyên Kurdistanê hewil daye xalên hevbeş di navbera wan de ji bo aramkirina rewşa emnî û siaysî li welêt bibîne. Mal û ofîsên serkirdeyên Kurdistanê li Bexdayê ji bo lihevnêzîkirina hêzên siyasî li Îraqê vekirîbûne, bi tyabetî cenabê serokomar Talebanî, di wê demê de bi her awayî lêdixebitî daku wan pêkhateyan li hev nêzîk bike.

Hindek ji mêvanên me yên biyanî car-car digel me behsa sewîyeya lêbihurîna xelkê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyan ve, dikin beramber wê hemû neadaletiya dîrokiya li hember me di vî welatî de hatiye kirin. Behsa xweragiriya xelkê deverên nakonbar dikin ku, îro zêdetir ji 10 salane bi nefeseke domdirêj çaverêy cîbicîkirina mafên xwe yên destûrî dikin daku bo ser cîyên bav û kalên xwe vegerin. Em dê bi hemû îmkanên xwe alîkariya gişt pêkhateyên welatê xwe ku, xedir lê tê kirin, bikin. Parastina wan ango parastina xelkê Kurdistanê, ango parastina axa Kurdistanê.

Eger ji tecrûbeya Kurdistanê li Rojhilata Navîn temaşa bikin, em dikarin bêjin tovê lêbihurînê û dîtina çareseriyên minasib ji bo wan pirsgirêkên siyasiyên me hene ne tiştekî mistehîl e. Pirsiyara serke eve; Em çawa bingehên hevbeş bi hev re diyar bikin, li ser wan li hev bikin û pişt re hurmetê jêre bigirin?

Dema em behsa sîstema siyasîya nû li Rojhilata Navîn dikin, dikre lêkolîn li ser gelek aliyên tecrûbeya Kurdistanê bê kirin da ku bizanîn çawa li ser astê deverê fêdey lêwerbigirin. Di çarçoveya geopolîtîka aloza deverê de, herêma Kurdistanê îro bûye faktoreke îstîqrarê û di dîroka korta tecrûbeya demokrasiya xwe de karîye wê rastiyê îspat bike ku herêma Kurdistanê li deverê ji bo hemû wan welatên derdûra me dijîn, faktora îsîtqrarê ye.

Vebûna Kurdistanê bi rûyê cîhana derve û teşwîqkirina sermayedarên xwemalî û biyanî êkonomiya herêmê guhart. Siyaseta moderna di warê neftê de heta dereceyekê pirsa elektirîkê û enerjiyê li herêma Kurdistanê çareser kir û Kurdistan jî li ser nexşeya enerjiya timama cîhanê kir navek. Van pêngavan hemûyan bi hev re hêvî bi gelê Kurdistanê û welatên cîranên me bexşî ku aşitî û pêkvejiyan li Rojhilata Navîn ne karekî misthîl e.

Sê meh berê tecrûbeya demokratîk û pêkvejiyana bi aşitî û biîstîqrar li Kurdistanê li ber gefên man û nemanê bû. Biryara dostên me û demokratîkxwazan ku di hewara me bên, belgeyek eşkereye ku, xebatên me yên siyasî, serbazî, êkonomî û civakî yên çend salan belaş nebûye.
Bi a min dikare li ser jidaykbûna sîstemeke nû li Rojhilata Navîn û şertên berdewambûna wê, bi pişt bestin bi tecrûbeya herêma Kurdistanê, bi hûrî lêkolîn bê kirin.

Di sala 1991ê de, em rastî koçeke mezin bûn, dema rijêma Sedam Hisên piştî şikestian şerê Kwêt raste-rast êrîş kir ser Kurdistanê. Hêzên hevpeymaman hîngê, piştî demek kurt, di hewara gelê Kurdistanê hatin û ji bona parastina gelê Kurdistanê ji asîman, devera (no fly zone) dirust kir. Hindek ji dostên kurdan behsa hindê kir ku, civaka navdewletî berprisiyariya xwe li hember parastina miletekî ku, wî bi xwe îmkanên parastina xwe nebûn, cîbicî kir. Hindek akademîsyen û siyasetmedarn digot: dikar bê gotin sîstema nû ya cîhanî piştî cenga sar, li ser dihewrhatina gelê Kurdistanê hat dariştin.

Dikare îro jî bê gotin sîstema nû ya Rojhilata Navîn, ne bi tenê li ser dihewarhatina herêma Kurdistanê hat dariştin, lê belê tecrûbeya me ya pêkvejiyanê, xebatên ji bona çespandina pirensîpên demokrasiyê, pluraliyê û rêzgirtina li welatên cîran û dîtina çareseriyên aşitîxwazane ji bo tehediyên li pêşiya me hene reşbîniya me li hember Rojhilata Navîn kêmtir dike. Hêviyê bi me dide ku, Rojhilata Navîn jî dikare pêngavên mezin û biçûk ber bi azadî, serbestî û demokrasiyê pavêje.

Ez hêvîdar im tecrûbeya Kurdistanê vê carê bibe meşxelek ji bo geşbîniya me li hember Rojhilata Navîn li ser bingehê rêzlihevgirtin, sinfirehî, hevkariya dijî terorê, parastina mafê mirovî û kêmneteweyan, avadankirina welatê me, xizmetgozarî û sîstema hukimdariya dirust û minasib digel jiyana vê serdemê.

Digel rêz û sipasiyên min

Nerîna min :