Polîtîk

Barzanî serdana eniyên şer û Pêşmergeyan kir

Bi mebesta bi serkirina bereyên şer û helsengandina meydanî û rewşa Pêşmerge û ji nêzîk ve agahdarbûna li amadekarî û wan rêwşuwênên serbaziyên ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve ji bo bergirîkirin û êrîşbirina li dijî terorîstan li ber girtine, îro pênçşem 06.11.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana hêlên pêş ya bereyên rûbirûbûna hêzên Pêşmergeyên li dijî terorîstan yên li her dû mîhwera Mexmûr û Giwêr kir.

Li vê serdanê da ku her yek ji rêzdaran Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Ferîq Cebar Yawer, Ferîq Şêrwan Ebdulrehman li gel Serok Barzanî bûn, ji aliyê birêz Sîrwan Barzanî serpereştiyarê her dû mîhwerê û rêzdar Qadir Qadir Berpirsê Mîhwerê Giwêr û Necat Elî Berpirsê Mîhwera Mexmûr ve hatin pêşwazî kirin. Paşê Serok Barzanî li nêzîk ve sengerên Pêşmerge yên li mîhwera Giwêr bi ser kir û li gel Pêşmergeyan axivî. Fermande û Pêşmergeyên Mîhwera Giwêr ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ku carekî din Serok Barzanî li sengerên pêşve yê Pêşmerge dibînin, rêzdar li çawayiya amadekariyên Pêşmerge ya rûbirûbûn û êrîşkirina ser terorîstan agahdar kir û behsa wan serkeftinan kir ku piştî azadkirina Giwêr, gundên Zimmare Ebdulla û Zimmare Sabîr û Telxêm û binkeyên ser çiyayê Qereçux û çendîn cihên girîngên dinê hatine azadkirin. Serok Barzanî destxweşiyê wan serkeftinan li hêzên Pêşmerge kir û spasî xweragiriya wan kir û daxwaz ji wan kir bi hişyarî û çav vekirî sengerên xwe û axa Kurdistanê biparêzin.

Paşê jî Serok Barzanî serdana eniya Mexmûrê kir û serdana sengerên Pêşmerge yên li hêlên pêşve kir. Li vê serdanê jî da bi hurî behsa amadekariyên Pêşmerge û wan serkeftinan jî kirin ku piştî azadkirina Mexmûr û li wê mîhwera bi dest hatiye û gundên Riwale û Gilgamêşe û Giresor û Sîrme û Pungîne, nahiyeya Baqirt û Hevde gundê Serbe û nahiyeyên din jî hatine azadkirin.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe derbirî ku eve duyemîncare ji bo pîrozbahiya serkeftinê û agahdarbûna li rewşa Pêşmergeyên qehreman hatine wê mîhwerê û destxweşiya serkeftinan li Pêşmergeyan kir û spasiya xweragiriya wan kir ku canê xwe xistiye serdest ji bo wê yekê gelê me bi azadî û aramiyê bijî û dilniya kir ku terorîstan morala wan rûxaye û li şikesta berdewamdane û li tu cîheke nikarin xwe li beranber wêrekiya polayiya Pêşmerge rabigrin. Her wiha tekez kir li sayeya azayetiya Pêşmergeyên qehreman û xweragiriya gelê me, Kurdistan her jî li serkeftin û pêşkeftinê da dibe.

Back to top button