Nivîsar

Bihara Erebî û çareseriya pirsa kurd

Ji Tirkiyê heta Sûriyê û Îraqê, aloziyên ku herêm dane ber xwe li bayê otonomîxwazan e.
Di rojhelata navîn de, Kurd, ên ku di navbera Îraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê de hatin parvekirin, mezintrîn gelê bê Dewlet in.
Di sedsala bîstan de, dîroka wan dîroka şoreş û serheldanên ku di xwînê de hatine perçiqandin. Lê serheldan û hevalbendiyên ku herêmê ji nûve didarijênin li gor berjewndiya wan diçin.

Gelo hêviya aştiyê li Tirkiyê heye?

Di 8ê gulana bûrî de, şervanên kurd, bi fermî, dest bi pêvajoya vekişandina ji nav xaka Tirkiyê kirin û berê xwe dane binkeyên PKK li bakurê Îraqê. Eger ev pêvajo bêyî asteng birêve biçe, reng e vekişîn di payizê de bi serî bibe. Ev qonaxeke sereke ye di danûstandinên ku di dawiya sala 2012 de, di navbera hikûmeta Recep Tayyip Erdogan û Ebdullah Ocalan, rêberê PKK ê ku li grava Îmraliyê girtiye, de destpê kiribûn daku dijberiya ku ji sala 1984 an ve bûbû sedema kuştina bêhtirî 45 hezar kesî, ku pirraniya wan kurd in, were bidawî anîn.

Di dema bûrî de, hinek danûstandinên bi dizî hatibûn kirin – ên herî dawî di sala 2011 an de, li Oslo hatibûn kirin- lê bi ser neketin.
Rêveberê International Crisis Group, ango grûpa kirîzên navdewletî li Tirkiyê, Hugh Pope dibêje ku vê carê ” Her du alî dizanin ku ew nikarin di warê leşkerî de zora hev bibin.”

Misilmanên parêzer ên desthelatdar ji hêzên berî xwe û ji artêşê bêhtir bersiva daxwazên kurdan didin. Artêşa niha hatiye dûrxistin û ew tenê di baregehên xwe deye, ew edî nikare li dijî çareseriya aştiyane raweste. Ji aliyê xwe ve, serheldêrên kurd êdî nema daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikin. Lewra tu caran weke vê carê nîrên guncaw ji bo aştiyê berhev ne bûne.

Tevî weha, pêvajo pirr lawaz dimîne. Parlemanterê alîgirê kurdan, Altan Tan, ku rêdana hevdîtina bi Ebdullah Ocalan re wergirtibû, bi guman dibêje ” tişa tenê ku ji hikûmetê re tê hejmartin ew e ku PKKê çek daniye.”

Şander dibêje ew dilreht e ji ber ku reformên girîng ji bo xurtikirna pêvajoyê kêm in.
Di meha adarê de, rêberê serheldêran agirbestek ragihand û bang kir ku çek bi siyasetê werin guhartin. Li hember vê yekê, Kurdên Tirkiyê daxwaza otonomiyeke herêmî, serbestberdana hezarên girtiyan, di nav de jê Ocelan, lêbûrîna şervanan, perwerdeya bi zimanê zikmakî yanjî serastkirina pênasîna welatîbûnê dikin.

Lê reform bi Destûreke nû ve girêdayî ne û ev yek heta niha cihê gumanek mezin e. Her çiqas darijandina Destûrê nakokiyan jî di navbera alî û partiyan de derdixe, lê ew pirr girîng e: Çareseriya pirsa kurd tenê bi lihevkirina bi PKKê ve na qede ji ber ku serheldanên kurdan li hember Anqerayê ji dema damezrandina komara Tirkiyê sala 1923 ve berdewam in.

Gelo Kurd ji şerê Sûriyê sûdmend in?

Belê. Beriya ku ev dijberî derkeve, hêviyên otonomîxwazên kurd ên Sûrî, ku hejmara wan nêzîka 2 melyonan e, hatibûn perçiqandin. Bi sed hezaran (di navbera 300 hezarî û 800 hezarî de) heta ji mafê nasnameya Sûriyê hatibûn bêparkirin û di encamê de ew bi rengekî fermî hatibûn tunekirin.

Di destpêka serheldanê de, di 2011 an de, kurdan yekser piştgiriya serheldêrên ereb nekirin, tew hin caran li hember wan rawestiyan û xwestin ku berjewendiyên xwe piparêzin. Ew tevlî Artêşa Sûriyê ya Azad ne bûn. Li hember vê bêalîtiyê, Şamê destê xwe ji deverên kurdan li bakur-rojhelatê welêt bi dirêjahiya sînorên Tirkiyê û Îraqê kişand. Bi destpêka tîrmeha 2012 an re, artêşa Sûriyê, piştî ku neçar bû hêzên xwe li Hums û Helebê xurt bike, ji pirraniya van deverên kurdî vekişiya û zemîn ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê re, şaxê PKKê li Sûriyê, vala hişt. Roja îro, ev partî pirraniya van deveran birêve dibe û milîsên wî rewşa ewlekariyê kontrol dikin.

Otonomiyek (de facto), ango jîwarî, hatiye damezrandin. Binemayek ji dewleta PKKê re tê danîn. Lê serdestiya vê tevgerê aloziyan bi partiyên din ên kurd re, ku di Encûmena Niştimaniya Kurdî de hevalbend in, derdixe holê.

Di tîrmeha bûrî de, rêkeftinek di navbera her du baskan de, bi serpereştiya, paytexta kurdên îraqê, Erbîl hat imzekirin. Lê heta niha li ser zemînê cih negirtiye. Di her demekê de, dibe ku tundûtîjî di nav kurdan de derkeve. Ji bilî vê metirsiya navxwe, di dawiya sala bûrî de, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên kurd û grûpa cihadî, Cebhet El- Nusre li bajarê Serê Kaniyê qewimîn.

Bi armanca xurtkirina otonomiya xwe, tê xuyanîkirin, ku di çend heftiyên bûrî de, PYDê hinekî ji Rejîma Beşar El-Esed dûr dikeve û ji serhildêrên Sûriyê ve nêzîk dibe.

Gelo petrola Kurdistana îraqê dikare bibe yek ji kilîtên pirsgirêkê?

Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdisatana Îraqê, Berhem Saleh, vê dawiyê, şabûna xwe diyar kir û got:” Buhara Kurdî hatiye”. Kurdên Îraqê, berya parçeyên din, di sala 2005 an de, otonomiyeke fermî wergirtin. Vê nimûneyê hêviyên birayên wan li Sûriyê, Tirkiyê û Îranê geşkirin. Ew di graveke ewlekarî û geşepêdana aborî de dijîn û heme heme ji Baxdayê serbixwe ne û tebaba enerjiya jêrzemîn wan têve dide ku bêhtir bi tena xwe bilivin. Hevalbendeke ku ne dihat çaverêkirin ji wan re derket, ew jî: Tikiyê ye. Heta demek nêzîk, tenê hebûna Kurdistana Îraqê xewnereşa Ankara bû çiku ew herdem ditirsiya ku ev nîv-dewlet kurdên wê têve bide ku heman rêyê bigrin.

Berhem Saleh dibêje: ” Îro, Kurdistana Îraqê dosta herî cihê baweriyê ye (…) ji bo Tikiyê .”

Petrol û gazê ev dostanî di nav kurdên Îraqê û tirkan de pêk anîn ji ber ku li cem kurdan hene û pêwîstiya Tirkan bi wan heye. Avakirina boriyekê ji bo hinartina yekser a zêrê reş ê kurdan di rêya Tirkiyê re renge ji niha heta payizê bi serî bibe. Ev hevbendiya enerjî û aboriyê – projeyên Tirkiyê li her deverê bakurê Îraqê hene- aramiyeke Tirkî-Kurdî di herêmê de diafirîne û rê dide Tirkiyê daku bandor û têkariya xwe bigihîne Rojhelata Navîn. Kurdên Îraqê roj bi roj ji Bexdayê bêhtir serbixwe dibin, lê buhayê vê azadiya wan zêdebûna raspartina Anqera li ser wan e.

Ev balansa nû aloziyan li herêmê peyda dike. Çiku berjewendiyên vî tewerê sunî li dijî berjewendiyên kevanê şî`î Tehran-Bexda diçin.
Ji weha bêhtir, boriya petrola kurdî ya siberojê, ji toreya boriyên Îraqê cuda ye û ev yek nakokiyan di navbera Erbîl û desthelata navendî de li ser dahatên petrolê gur dike. Desthelata Bexdayê ji wê yekê ditirse ku serxwebûna Kurdistanê di warê petrolê de parçebûna welêt bilez dike, bi taybetî ku berê yekîtiya wî ji aliyê tundûtîjiya di navbera erebên Sunî û Şî`î de di bin gefê de ye.

Gelo afirandina Kurdistana mezin dikare di siberojek nêzîk de bibe rastiyek?

Rêkeftina Sêverê, di sala 1920 an de, pêşbînî dikir ku dewleteke Kurdî li Başûr-Rojhelatê Tirkiyê û parçeyekê ji Bakurê Îraqê were afirandin. Piştî 3 salan ji wê dîrokê, Rêkeftina Lozanê êdî nema behsa wê projeyê kir.

Piştî nêzîka sedsalekî ji vê soza windabûyî, avakirina Kurdistaneke ku tevahiya Kurdan li xwe bigre, rastî çendîn zehmetiyan tê.
Berî her tiştî, dijminahiya Anqera, Bexda, Tehran û Şamê. Nemaze ku çendîn terk û derzên rewşenbîrî û siyasî di laşê cîhana kurdî de hene.

Zimanê kurdî, wek nimûne, nehatiye yekkirin û bi awayekî sereke di navbera her du zaravên Kurmancî û Soranî de dabeşkirî ye. Li hember siyasetên asîmîlasyonê berxwedan kirine, lê rengê welatê ku tê de dijîn li wan vedaye. Vê cudahiya ceyografî, nasnameyên siyasî yên cîwaz û hevrik di xebata wan de peyda kirine.

Niha, li ser şanoya xebata netewî ya kurd, du tevger serdest in: PKK, rêxistina Markisîst-Lenînîst ku li Başûr-Rojhelatê Tirkiyê hatibû damezrandin û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), rêxistina sereke ya kurdên Îraqê bi serkêşiya malbata Barzanî ku bêhtir feyodal û alîgirê Emerîka ye (vê partiyê daye pêşiya partiya din a mezin di nav kurdên Îraqê de, ango YNK ku serokomarê Îraqê yê niha Celal Talabanî serkêşiya wê dike.)
Di salên 1992 an û 1995 an de, şerê birakujiyê di navbera PKK û PDK de derketibûn.

Îro jî, her du alî rikberiya hev dikin daku bandora xwe berfirehtir bikin. Ev rikberî û pêşbaziya her du aliyan bi taybetî li Sûriyê berçav dibe: Masûd Barzanî hewl dide ku opozisyona di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî de xurt bike. Li Îranê, PKK, di rêya baskê xwe yê Îranî, PJAK re, bêhtir cîgirtî ye, lê zordariya Tehranê rê li pêş her derbirîneke siyasî digre. Eger rewşa geyosiyasî di destpêka vê sedsala 21 an de, ji her demê bêhtir li gor berjewendiya kurdan e, vêce Kurdistana serbixwe yanjî federal dimîne utopya.

Nivîskar: Laure Marchand
Wergerandin: Husên Omar

Têbînî: Ev gotar di rojnameya Fransî, Le Figaro, hejmar 21396, duşemê, 20 gulana 2013 ande hatiye belavkirin.

(Avestakurd)

Back to top button