Bi hêkan êrîşê namzedê serokê Herêma Kurdistanê kirin
Kemal Seyîd Qadir berê xwe ji bo postê serokê Herêma Kurdistanê kiribû namzed.
Duh saet 17.00an li gor saeta Herêma Kurdistanê li pêşiya çayxeya Meçko ya li Hewlêrê rastî lêdan, lêdana bi hêk û temateyan hat.
Rêveberê polîsên Hewlêrê jî wiha dibêje: “Li gor gotina xelkê serxweş bû û gotinên xirab ji ola Îslamê re kiribû.” Rêveberê polîsên Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ji Rûdawê re got: “Li gor gotina xelkê serxweş bû û gotinên xirab ji ola Îslamê re kiribû.” Ebdulxaliq wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di cih de hêzên polîsan gihiştin cihê bûyerê û gihandin nexweşxaneyê.
” Li gor zanyariyên Rûdawê jî ji nexweşxaneyê hat derxistin û ber bi cihekî din ve hatiye veguhestin. Rêveberê polîsên Hewlêrê wiha got: “Navbirî amade nebû ti doz û daxuyaniyekê di wê derbarê de bide. Tenê got, namzedê lîsta Ayînde ye.
” Li hemberî gotinên ku dibêjin, Kemal Seyîl Qadir serxweş bû û gotinên nexweş ji ola Îslamê re kiriye, navbirî ji Rûdawê re wiha got: “Ez bi rojî bûm û min li nexweşxaneyê rojiya xwe şikênand.” Kemal Seyîd Qadir roja pêncşemê ji Rûdawê re gotibû, “Ezê 19ê Temûza 2013an li pêşiya qehwexaneya Meçko ya li Hewlêrê civîneke nerazîbûnê li dijî dirêjkirina dema serokatiya Barzanî lidarbixim.
” Kemal Seyîd wiha gotibû: “Ya em bikin, civînekî giştiye û emê li cihê giştî saz bikin. Em xwepêşandanê nakin, lewra pêwîst nake em destûrê wergirin. Emê di civînê de guftûgoyan li ser bûyerên roja 30ê hezîranê yên li parlamentoya Kurdistanê, dirêjkirina dema serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo 2 salên din bikin.”
Ji bo temaşekirina vîdeo: