
Koçberên Wargeha (Kampa) Domîz bi sedema germa û kêmbûna av û belavbûna nexweşiyan, li rewşeke nexweş de dijîn û berpirsê ragihandina wargehê jî dibêje “Em bi berdewamî dûvdaçûnê li kêşeyên wargehê dikîn, lê belê ji ber zêdebûna hejmara koçberan me nekariye hemû pêdiviyên jiyanê ji bo wan dabîn bikîn”.
Abdullah Subhî rûniştvanê wargehê dibêje “Ji ber germahiyê em tûşî çendîn nexweşiyên cûr bi cûr buyîn, sedem jî nebûna avê ye, raste ku rojane tankerê av bo me tê, lê belê nîvê malan bê av dimînin, ji niha ve pileya germahiyê gelek bilinde û kareba jî wekî pêwîst nîne, li gel wê yekê jî tu kelupelekî wiha me tûne em têde xwarinê hilbigrîn. Ji ber vê rewşa xerab em niyazin vegerin mala xwe. “.
Hekîm Merwan ku koçberekî dinê wargeha Domîze dibêje “Bi dû roj 500 lîtir av bo tê, neçarîn biçîn ji gundên dewruberê wargehê avê bo xwe bînin, her wiha ji ber nebûna avê em nikarin serê xwe bişon û paqijiya xwe biparêzîn, rewşa me li vir gelek nebaşe, derfetek bo min çêbibe ezê vegerim bajarê xwe.”.
Se’îd Beşar jî dibêje: Rewşa me gelek nebaşe alîkarî nagihe destên me, heta niha me konek tûneye, em li gel malbateke din li bin yek konî de dijîn, em li benda wanin ku bo me koneke din bînin..
Her wiha behsa nebûna av û avdest û karebayê dikin û ji ber tûnebûna van pêdiviyan zarokên wan tûşî çendîn nexweşiyên cûr bi cûr dibin.
160.000 koçberên Sûriye li Başûr nîştecîhin
Berpirsê beşa ragihandina wargeha Domîz Salim Se’îd eşkere dibêje ku me kêşeya kêmbûna av û karebayê heye, ji ber ku hejmara koçberan gelekin heta niha me nekariye pêdiviyên jiyanê ji bo wan dabîn bikin.
Berpirsê ragihandina wargehê eşkere jî kir ku hejmara koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê da heta niha gihîştiye 160 hezaran û ji wê rêjeyê jî 112 hezar û 88 kes li wargeha Domîzê nîştecîhin.