Kurdên Azerbeycanê ji bo parastina çanda xwe û dijberiya siyaseta asîmislayonê rêxistina Yekîtiya Ciwanên Kurd li welat damezrandin. Nûnerê vê rêxistinê Nîjat Cebrailov di hevpeyvîneke xwe de derbarê karê rêxistinê û planên wê yên bi şûnde axivî.
Her wiha ew destnîşan dike rêxistina wan di sala 2011 an de hatiye damezrandin û armanca wan û rêxistina wan ji bilî karên çandî û civakî tûneye.
Cebrailov di derbarê rewşa Kurdên Azerbeycanê de ragihand, ku Kurdên Azerbeycanê ji yên deverên din bêhtir têne asîmîlasyonkirin. Îro ji sedî 4-5 ciwanên Kurd tenê bi Kurdî diaxivin. Ew ji çand û dîroka xwe hatine dûrxistin. Piştî, ku Kurd li Azerbeycanê bicîhbûn, ew bi her çar aliyên welat ve belavbûn ev yek bandorek neyînî li nifşê ciwan dike. Li Azerbeycanê Kurd ji hev belavelane û ev yek dihêle, ku bi hêsanî bêne asîmîlasyonkirin`.
Her weha Cebrailov got, ku ew dixwazin têkiliyan bi rêxistinên Kurdî yên li Kurdistanê û welatên biyanî re deynin. Cebraîlov dibêje: `Em dibên qey li Kurdistanê me ji bîr kirine. Em dixwazin, ku nûnerên rêxistinên Kurdî hevkariyê bi me re bikin û me biparêzên. Ew nizanin ka çiqas Kurd li Azerbeycanê dijin. Em naxwazin, ku ew me di bin xetera asîmîlasyonê de bihêlin. Her weha Cerailov got, ku asîmîlasyon dijî gelên din jî tê pêkanîn.