Nivîsar

"Kurdistan mînakeke geş ê aştî û aramiyê ye"

Li Malpera Yekîtiya Ewrupa raporekî dirêj de ku ji aliyê Endam Parlemena Ewrûpa Struan Stevenson hatiye nivîsîn, behsa Herêma Kurdistanê kiriye û balkişandiye li ser wê yekê ku raste ew Kurdistan ne endamî Yekîtiya Ewrûpaye, lê belê pêşketinên wê bûye sedema wê yekê bi mînakiyekî geşê aştî û demokrasiyê bête wesif kirin.

Li raporê da bi girîngiyê ve balê kişandiye li ser wê yekê ku li navçeyê de Herêma Kurdistanê mînaka aştî û aramiyê ye, aramî jî dikarê aboriyekî bi hêz dirust bike. Her wiha ronahî kir “Li gel wê yekê li zêdetirê navçeyên dinê Iraqê de tundutîjî eşîrî û teqîn zêdetir dibin, lê belê Herêma Kurdistanê gelek arame û asayîş têda hatiye dabîn kirin, xwedî firokxaneyeke gelek pêşketiye û berdewam pêşwaziya geştiyaran dike, bi sedema wê aştî û aramî û pêşketinê zêdetir çavdêr bi “Dubai ya Nû” bi nav dikin.

Herêma Kurdistanê gelek dişibe Skotland, wekî mînak xwediyê sirûştekî û xwezayekî xweşike û xelkekî xwe yê cîddî yê ji bo kar heye û berê gelek êş û azaran kişandiye û gelek jî zulm lê hatiye kirin.

Herêma Kurdistanê xwedî Hikûmeteke xwe ya taybete û Pêşmergeyekî bi hêz serkirdayetiya wê dike ku ew jî “Mesûd Barzanî” ye, xwedî samanekî dewlemendê neft û her wiha xwedî ji sedî 17 ê budçeya giştiya Iraqe, heman demî de xwedî hêzekî serbaziya xwe ya taybete ku bi giştî 130 hezar Pêşmerge dibin, wê dema li sala 2003 de rejîma berê yê Iraqê hate rûxandin, Herêma Kurdistanê sînora xwe li gel hemû beşên dinê Iraqê daxist û rêya hatine terorîstan û teqîn xwekujiyan girt û nehişt terorîst bêne nav axa wan.

Encama wan pêşketinan jî gelek balkêşe, Wezareta Derveyê Brîtanya tu agahdarkirinekî metirsiyê di derbarê bi geştkirina Herêma Kurdistanê nedaye, ji ber ku zêdetirê 10 sale tu geştiyarek li Herêma Kurdistanê da nehatiye kuştin.

Hewlêra paytexta Herêm, paytexta hebûna hotelên cîhaniyane û navenda bazarên nû û mall ane, ku têda bi nûtirîn dîzayn kar hatiye kirin, Kurd wekî civak jî zêdetir vekirîne û li hember beşên dinê Iraqê da zêdetir lêborînîne.

Nefta Herêma Kurdistanê 

Kerta neft li Herêma Kurdistanê da xwedî jêdereke zêdeyê, berpirsên Herêma Kurdistanê pêşbîniya wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê li sala 2019 da pêş Lîbya bikevê û rojane 2 milyon bermîl neft berhem bênê û bibê yek ji hêzên berhemanîna neft, lê belê neft nî’metêkî pir li gêçele û bûye sedema aloziya pêwendiyên li gel Bexda ku bi baweriya Bexda zêdetirê peymanên Herêma Kurdistanê li gel kompanyayan da neyasayîne û Herêmî jî bi destûrî û yasayî dide zanîn, eve jî bûye sedema serhildana nakokiya li navbera Bexda û Hewlêrê.

Dewleta Kurdî

Xewna dirustbûna dewletekî Kurdî û Kurdistana mezin, ku her çar perçeyên Kurdistanê li Sûriye û Iraq û Îran û Tirkiye pêkve girêdide, xewnekî kevina Kurdane ku li rastiyê de maye û Kurd jî mezintirîn neteweyê bê dewlete li ser asta cîhanê da.

Her çende hinek caran Tirkiye û Îran mezintirîn berhelestkarê dirustbûna dewleta Kurdî bûn, lê belê niha Tirkiye sînûrên xwe yên li gel Herêmê da vekiriye û her dû alî pêwendiyeke aboriya bi hêz li navbera xwe de çêkirine, kompanyayên Tirkiyê jî bi rêjeyekî zêde veberhênanê li Herêma Kurdistanê da dikin, heman demî de boriyekî neft jî li navbera Tirkiye û Herêmê de tê dirust kirin ku li demeke kêm pêş de temam dibê, pêwendiyên wan jî zêdetir berev pêşve çûn dema li adara îsal da rêberê zîndanîkiriyê PKK Abdullah Ocalan, daxwaz ji gerîlayan kir ku axa Tirkiyê bi cîh bihêlin û daxwaza aştî û aramiya kêşeya navbera PKK û Tirkiyê kir, li gor planekî sê qonaxî, Serok Wezîrê Tirkiyê jî Receb Tayyîb Erdogan pêşwaziyê li daxwaza Ocalan kir.

Pêşeroja Kurdan 

Kurd ji berê de gelek zulim û sîtem û êş bi destê Sedam ve kişandin, enfal û kîmyabaran û jenosayd, her wiha kuştina zêdetirê 180 hezar kes û wêrankirina 4500 gund, ev hemû beşekin ji wan zulmên ku Kurd ji destê rejîma berê ya Iraqê kişandiye, heta li dawiyê de raya giştî gihîşt wê baweriyê ku Sedam û rejîma wî sînorê derbaskirin û paşê jî dawî bi hukma rejîma wî hat.

Lê belê ew darên ku berê bi çekên kîmyayî li Helebçe û bajarên din hatin şewitandin, li dawiyê de gulîlk derxistin û mizgîniya destpêkeke nû bexşîn, hejmarek xwendingeh û zanîngeh dergehên xwe vekirin û hêviyeke mezin bi paşarojê bexşîn, heman demî de Kurdistan bûye sêwan û hêvîgeha penaberên Sûriye û cîheke arame ji bo welatiyên beşên dinê Iraqê jî, rojava jî qerzdarê Mesûd Barzanî Serokê Herêmê û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Herêmêye û divê spasiya wan bike, bi wê yekê ku wan parêzgeriyê û selametiya wan penaberan girtiye stûyê xwe.

Kurdistan mînakeke geşê aştî û aramiye û xelkê wê bi hebûna aboriyekî bi hêz, jiyanekî baş ji bo wan rexsaye û li asta wê berpirsiyaretiyê dane ku xelkekî wekî wan wan himbêz bikin ku bi sedema şer ve revîne.

Back to top button