
Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê serdana Îmralî kir û bi Ocalan re hevdîtinek dirêj pêkanîn. Hevdîtin 5 demjimêra berdewam kir. Piştî şanda DEMê ji Îmralî vegeriyan daxûyaniyek dan û gotin ku, dê piştre derbarê hevdîtinê de daxûyaniyekî radigihînin.
Di rastiya xwe de dewlet bi dezgehên xwe yên nehinî ve hevdîtinin esasî li gel Ocalan dikin, dewlet Ocalan û Qendil wek sê alî dixebitin ku pêvajoya “Tirkiyeya bê Teror” bibin serî.
Di vê derbarê de ti rolê DEMê tuneye û ne xwedî tu biryarekîne jî. Heyeta DEMê jî ji aliyê Ocalan û dewletê ve hatiye tespît kirin û ev kes jî ji aliyê Raya Giştî ve têne zanin.
Dewlet li gel Ocalan hewldide ku, wek ew dibêjin”terorê” xilas bikin. Ev pirsek di navbera dewletê û PKKê de ye. Tu pêwendiya vê pêvajoyê bi çareserkirina pirsa Kurd re li bakur yan deverek din tuneye. Heta ku ev tespît neyê kirin, dê ev pêvajo bi çewtî bê nirxandin û herweha bi vî awayî dê zererê bide Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê.
Di vê derbarê de em dinêrin ku, piraniya medya Kurdî dihola dewletê û PKKê lê dide. Yanî di çerçoveya perspektîfa ku dewletê tesbît kirî de nirxandin têne kirin û hewldana pirsa PKKê bi pirsa Kurd ve girêbidin tê kirin. Yên vê yekê dikin jî baş dizanin ya dikin ne di berjewendiya Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê de ye. Lê dikin. Ji ber ku hesabê wan cudaye.
Ev helwestên çewt hêdî hêdî çanda Kurdeyatiyê ji nav dibe. Xizmeta helandina Kurda di nava Tirkiye de dike.

Pêvajoya di rojevê de vekirîye, dewlet li gel piraniya partiyan Tirkan DEM jî di nav de Qanûnekî ji bo PKKê amade dike. Dê berpirsên PKKê, endamên PKKê û herweha çekdarên PKKê çewe vegerin, Wek din ji bo çareseriya pirsa kurd tiştek tuneye.
Eger tevgera Kurd ku li ser xetek netewî siyasetê dike, pirsa PKKê û vê pêvajoyê zelel neke û nebe xwedî helwest, dê pêşerojê de pêşiya xwe nebîne û bikeve di nava aloziyek mezin de.
Ocalan gelek vekirî roja ewil de di bersiva Bahçelî de, behsa armanca xwe kiriye. Armanca Ocalan li gel dewletê, entegrekirina kurdan bi Tirkiye re ye. Dewlet bi zanebûn di vê pêvajoyê de gelek bi hesasî hereket dike, naxwaze dilê insanên xwe bihêle.
Dema behsa pêvajoyê tê kirin aliyê erênî nisbet Kurda ewe ku, şerek bê wate ku zererê dide Kurdan dawî dibe. PKK ku astenga herî mezin e li pêşiya Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê ji holê radibe.(Bi awayekî)
Xeta netewî Kurdistanî û xeta entegrasyonê ji hev cuda dibe.
Wek din metirsî jî gelekin. Sibehî li himber tevgera Kurdistanî, PKK dikare bibe çeka herî mezin di destê dewletê de.
Nûçe/Şirove


