CîhanFlaş

Amerika:Ihtimale ku pevçûn bi rengekî neçaverêkirî zêde bibin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê “hişyariyek gerdûnî” weşand û ji welatiyan xwest ku hişyar bin ji ber ku aloziyên li Rojhilata Navîn berjewendiyên Amerîkayê li çaraliyê cîhanê tehdît dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji ber zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn, hawîrdora ewlehiyê aloz dimîne û îhtîmal e ku pevçûn bi rengekî neçaverêkirî zêde bibin.”

Wezareta Derve ji Amerîkiyên ku niha li Rojhilata Navîn in dixwaze ku hişyartir bin.
Her wiha wan hişyar dike ku “ji bo betalkirina geştên hewayî, girtina carinan a qada hewayî û astengiyên bernameyên geştên xwe amade bibin.”

Di derbarê Amerîkiyên li derveyî Rojhilata Navîn de, Washington ji wan dixwaze ku her biryarên sefera nav herêmê an jî bi rêya wê ve binirxînin an jî vekişînin.

Di hişyariyê de hat gotin, “Saziyên dîplomatîk ên Amerîkayê, heta li derveyî Rojhilata Navîn jî, bûne hedef. Dibe ku Îran û komên alîgirê Îranê êrîşî berjewendiyên din ên Amerîkayê li derveyî welêt bikin an jî cihên ku bi Dewletên Yekbûyî û Amerîkiyên li çaraliyê cîhanê ve girêdayî ne bikin hedef.”

Wezaret ji welatiyan dixwaze ku bi berdewamî hişyariyên ewlehiyê yên balyozxane, konsulxane û saziyên herêmî bişopînin û ji bo wergirtina agahdariya ewlehiyê ya herî zû bi Sîstema Qeydkirina Tûrîst a Zîrek (STEP) re qeyd bibin.

Back to top button