CivakFlaş

Ocalan: Divê çek bi temamî ji dewrê bên derxistin û rûpeleke nû vebe

Şanda DEMê ya Îmrealî di derbarê hevdîtina li gel Ocalan de daxûyaniyek ragihand.Di daxûyaniyê de tiştek nûjen tuneye. Tiştên berê hatîn gotindubare dikin.

Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê: 

“Biryardariya me dewam dike ku li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê gavê biavêje û pirsgirêkê di nava hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bike. Em li ber wê qonaxê ne ku hevgirtin û tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk derbasî ser zemîneke hiqûqî bikin ku ev tifaq li Anatoliyê heqîqeteke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ji hev cuda nebû. Heqîqeta ‘Eger tu Kurd ji Tirk cuda bike Kurd namîne, eger tu rabe Tirk ji Kurd cuda bike Tirk namîne’ afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike.

 Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire. Em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir firsendeke dîrokî ye nêzîkatiyên ji rêzê, sivik, teng û xizmetê ji paşerojê re nakin biterikînin û bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Di çarçoveya rapora ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li TBMM’ê hate amade kir, ji bo pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî destpê bike, ji bo şer û çek bi temamî ji dewrê bêne derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

Tifaqa Kurd-Tirk kevirê esasî yê paşeroja hevpar a Anatoliyê ye. Di her gava ku bê avêtin de divê em çanda vê xakê ji xwe re bikin esas. Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî bê mayindekirin û li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn. Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.

Dîrok firsendekê dide me ku em jiyaneke hevpar ava bikin, di nava edalet û wekheviyê de rûpelekî nû vekin. Baweriya min tam e ku em ê bi hev re vê firsendê bi kar bînin, binirxînin.”

Weke heyet em vê banga dîrokî ya Birêz Ocalan dîrokî dibînin û careke din destnîşan dikin ku em bi biryar in ku di serî de TBMM bi hemû saziyên pêwendîdar re diyaloga çêker dewam bikin, pêvajoyê ji bo wergirtina encamê bi pêş ve bibin û li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bigihêjin çareseriyeke mayinde.”

Back to top button